Li Strasbourg, Dortmund û Zurichê ji bo Leylayê çalakî hatin lidarxistin

  • 14:07 24 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Strasbourg, Dortmund û Zurich li dijî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çalakiyên şermezar kirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku di şexsê Leylayê de êrîşê Gelê Kurd dikin. 
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven didomin. Li Strasbourg, Dortmund û Zurich rêxistinên jinan derketin qadan û bertekên xwe anîn ziman. 
 
Înîsiyatîfa Jinê ya Zîn li Strasbourgê çalakî li dar xist
 
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi banga Însiyatîfa Jinê ya Zîn çalakiyek hate lidarxistin. Aktîvîstên rêxistinên civakî yên sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Têkoşer li pêşiya gar a trenê li hev kom bûn û destnîşan kirin ku cezayê li Leyla Guven hatiye birîn nîşaneya hiqûqa mêtingeriyê ye. Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay li qada çalakiyê axivî û anî ziman ku cezayê li Leyla Guven hatiye birîn dewama konsepta şerê topyekûn ê li dijî Gelê Kurd e. 
 
Li Dortmûndê girtina Leylayê hat şermezar kirin 
 
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê girtina Leyla Guven ji aliyê dewleta Tirk û girtina Mûstafa Tûzak ji aliyê dewleta Elman ve şermezar kirin. Çalakiya ciwanan li pêşiya gar a trenê ya Dortmûndê pêk hat. Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî wê li qadan bin.
 
Li Zurîche jinan çalakî li dar xistin 
 
Bi heman armancê li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê çalakiyeke şermezarkirinê hebû. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan li qada Staûfacherê çalakî hate lidarxistin û girtina Leyla Guven hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şexsê Leyla Guven de êriş li dijî gelê Kurd û azadiya jinê hatiye kirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna wan a li dijî van êrişan wê dewam bike.