Li Roboskî Şîn naqediya û 9 sal in tu tişt neguheriye

  • 13:38 24 Kanûn 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Mirov nizane ku çawa wê êşê û komkûjiyê binivîse. Dema pelên dîrokê 28’ê Kanûna 2011’an nîşan da, li gundê Roboskî yê navçeya Qilebana Şirnexê rûyê asîman bi gûlebaranê ronî bû û şîna ku qet bi dawî nebe dest pê kir. Ji wê rojê vir de li Roboskî malbatan kincên reş li xwe kirin û şîna xwe didomînin. 
 
Mirov nizane ku çawa wê êşê û komkûjiyê binivîse. Ji ber ku bi nivîsê ew êş tu carî nayê ziman... Dema pelên dîrokê 28’ê Kanûna 2011’an nîşan da, gundê Roboskî yê navçeya Qilebana Şirnexê rûyê asîman bi gûlebaranê ronî bû û 34 kesên ku piraniya wan zarok bûn di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî wê komkujiyê şîna ku qet bidawî nebû dest pê kir. Wê rojê li gundê Roboskî hovîtiyek mezin hat jiyîn. Êşa wan malbatan ji wê rojê heta îro wekî roja nû didome. Şîna ku wê rojê dest pê kir û kincên reş ên ku li xwe kirin êdî ji ser xwe dernexistin. Peyva edaletê bê wate ma û piştî Roboskê gelek komkûjiyên din hatin jiyîn. Komkûjiyên wek Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Sûr û hwd… Ji ber kiryarên Roboskî nehatin cezakirin komkujî berdewam dikin.
 
Bê edaletî bû para wan
 
Dema ku komkûjiya Roboskî pêk hat, ez wê demê 13 salî bûm û ji ber ku hîn zarok bûm min baş fêm nedikir ku çi bûye. Lê îro hemû tiştî baştir fêm dikim… Yekemîn car bû par di salvegera 8’an de çûm Roboskî. Îsal jî ji ber salvegera 9'emîn dîsa min berê xwe da Roboskî. Dema ku em ketin gund ew xwezaya wê ya dewlemend û çiyayên wê yên bi berf me pêşwazî kir. Lê ji aliyekî dinê ve jî mirov wê êş û dil şikestiyê hîs dike. Dema mirov dibêje Roboskî ew wêneyên komkûjiyê tê bîra mirov. Ji aliyekî ve daxwaza şêniyên Roboskê ku berdewam dike, pirsa “gelo kengî ji bo Roboskî edalet cihê xwe bibîne” û dema em diçin malbatên 34 kesên jiyana xwe ji dest dane ku li dîwar wêneyên wan hatine daliqandin ji me re dibe bersiv. Qêrîna welatiyên Roboskî ev 9 salin bênavber didome. Lê belê ji kesên rayedardeng tune ye û kiryar nayên cezakirin. Rojboskî li benda edaletê ye.
 
Êşa wan 9 sal in didome  
 
Dema ew dayik û malbat wê êş û şîna xwe vedibêjin zêdetir dikevim bin bandora wan.  Mirov çiqsî gûhdar bike jî nikare ji wê hêstê dûr bikeve. Her dayikek dema behsa wê roja tarî dike gotina wan a yekem “edalet” e. Dayikên Roboskî  dibêjin “em pereyê wan naxwazin. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne.” Ji ber di hêla hiqûqî de heta niha tu gav nehatine avêtin malbat bi bertekin. Dayika Erkan Encu Feleknaz Encu dema poşetek di destê wê de ye tîne em bi mereq lê dinêrin. Em dibînin ku ji poşêtê kinc, defter û wêneyê kurê xwe derdixe û bêhn dike. Dema behsa kurê xwe dike rondik ji çavên wê dibarin.  Dayikên Roboskî her roj bi bîranên zarokên xwe dest bi rojê dikin.  
 
Her roj bi dengê topan dest bi rojê dikin
 
Dayikên ku herî dawî zarokên xwe bêhn kirin û wan rêwî kirin bi tenê kevirên  34 goran bûn para wan. Dayika Serhat Encu Leyla Encu dibêje dema meha Kanûnê tê ew meh ji bo wan mehekî reş e. Bi rojan em li gundê Roboskê man di rûyê wan de bi tênê xemgînî hebû. Me li gund şahî û kêfxweşî nedît. Ne ji bo kesên dizewicin dawetê dikin û ne jî diçin tevlî dawetan dibin. Li Roboskî lapmpeyên malan heta sibehê pêxistî ne.  Malbatên 34’an her roj bi dengê guleyên ku davêjin aliyê din ên sînor dest bi rojê dikin. Li gund ji aliyê leşkeran ve ji serê sibehê ve heta şev topan davêjin aliyê sînor.    
 
Ji bo xeyalên xwe derketin ser rê…
 
Çîroka her ciwanekî ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye cuda cuda ye. Ew 34 ciwan xeyalên wan ên cuda hebûn û derketin ser vê rêyê. Lê xeyalên wan nîvco man.  Dewletê destûr neda ku ew 34 ciwan xeyalên xwe pêk bînin. Ger ku îro bijiyana dê her ciwan li pey xeyalên xwe biçûna. Di komkûjiyê de yê herî mezin 28 salî û yê herî biçûk jî 13 salî bû. Ew 34 ciwan dema di encama gulebaranê de hatin qetilkirin parçeyên wan û yên hêstiran hemû tevlîhev bibû… Min mereq kir ku malbatan çawa cinazeyên zarokên xwe nas kir û Xezal Encu dayika Cemal Encu ye bersivê dide vê pirsa min dibêje “me ji kincên wan û nîşaneyên li ser bedenên wanew  nas kirin.” Dayikên Roboskî dibêjin cenazeyê zarokên wan li şûna ku di tabûtê de bûna di poşetan de dane û li ser pişta qantiran barkirî dane wan. Ez matmayî mam û  kezeba wê dayikê çawa dikare ev qas tişt rabigire… Malbatên 34 kesan dibêjin ku dema çûne girtina cenazeyan dibînin ku 7 zarokan dest dane destên hevdû û hatine qetilkirin.  
 
Em ji êşa xwe şerm dikin…
 
Ev 9 sal in malbatên Roboskî ji bo “kiryar” bên dîtin daxwaza xwe ya “edaletê” her roj bênavber didomînin. Ev 9 sal in dayik ew qas rondikên çavan barandine ku êdî çavên wan zûha bûne. Dayik her roja pêncşemê berê xwe didin Goristana Roboskî û kevirê gorên zarokên xwe hembêz dikin. Piştî komkûjiyê hêviyên malbatan jî tune bû. Tarîfa vê êşê tu carî tune ye… Dema em li goristanê bi malbatan re diçin ser goran ew kevirên gorên zarokên xwe hembêz dikin û wê demê mirov dibîne ku ev êşa herî giran e.
 
Îro şûna ku kesên vê komkûjiyê pêk anîn bên darizandin û cezakirin, malbatên Roboskî ji ber tevlî bîranîna salvegera zarokên xwe bûne tên darizandin.