Li Mexmûrê girtina Leyla Guven hat şermezarkirin

  • 13:28 24 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan derbarê girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven daxuyaniyek dan û gotin: "Leyla Guven wekê jinek berxwedêr li hemberî hemû polîtîkayên dewletê serî rakiriye. Em li dijî êrîşan li vir banga mezinkirina têkoşînê dikin." 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan ya Mexmûrê (TJC), derbarê girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyek dan. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Endama Tevgera Jinên Ciwan yê Mexmûrê Ciwana Gûneş daxuyanî da. 
 
Jinan di daxuyaniyê de wiha gotin: "Di vê sedsala ku şerê gel yê şoreşgerî gîhiştiye lutkeyê bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê derfetek pir mezin ya azadiyê hatiye bidestxistin. Bi saya têkoşîna Rêber Apo wek jin û ciwan me xwe bi rêxistin kir û em ketin ser rêya azadiyê. Bi saya Rêber APO me hêza xwe ya têkoşînê afirand û me hestên xwe yê mirovî ku ber bi tunebûnê ve diçûn carekî din zindî kir. Rêber Apo me jinan ji mirinê xilas kir. Jin îro li gelek qadan li ber xwe didin û têdikoşin. 
 
Weke jin, ciwan û hemû gelen azadîxwaz em dizanin ku hebûn û azadiya Rêber Apo hebûn û azadiya me ye. Edî em gihiştine merhaleyek wisa ku ji bo rêbertîya xwe em canê xwe jî bidin ne bes e. Îro li zîndanan rêhevalên rêbertiyê keç û xortên şoreşger bi grevên birçîbûnê xwe dikin mertal û azadiya rêberê xwe dixwazin. Her kurdek divê bi vê hişmendiyê tevbigere. Em dizanin ku dijmin ji hêza jiyana alternatîf ya ku Rêber Apo derxistiye holê ditirse û erîşên xwe zêde dike. Bi tecrîdê dixwazin têkoşîna jiyana azad tasfiye bikin. Lê dijmin hîn neketiye wê ferqê ku bi saya Rêber Apo me tehma azadiyê girtiye û ne mumkune ku em dev ji têkoşîna  xwe ya azadiyê berdin. Dijmin çiqas erîşî rêberê me bike, dê jin, ciwan û civakên azadîxwaz dê ew qas rastî helwestên tund werin.
 
Her wiha têkoşîna Leyla Guven ku weke jinekê berxwedêr li hemberî hemû polîtîkayên dewletê serî rakiriye û di vê oxirê de hatiye girtin silav dikin û dibêjin ku girtina Leyla Guven nîşaneya tirsa ji têkoşîna jinê ye. Îro yên ku herî zêde xwedî li têkoşîna rêbertî derdikevin û felsefeya rêbertî weke pergal jiyanî dikin jin in. Yên ku wê herdem herî zêde xwedî lê derkevin jî dîsa em ê jin û ciwan bin. Di vê oxirê de çi ji me bê xwestin weke jin û ciwan em amade ne bikin û em ê heta dawiyê xwedî li rêbertiya xwe û têkoşîna gelê xwe derbikevin. 
 
Weke jin û jinên ciwan em dibêjin 'Dem dema parastina jin û civakê ye, dem dema azadiya Rêber Apo ye’ ji bo vê jî ev pêvajo wêrekî, fedakarî û pêşengtiyê dixwaze. Werin em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin û tecrîda li ser rêbertiya xwe bişkînîn azadiya fîzîki ya rêbertiya xwe bi dest bixin û bi hev re azad bijîn."
 
Daxuyanî bi durişmeyên ‘Bijî serok Apo', 'Bijî berxwedana zîndana’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.