Danişîna Pero Dundar hat taloqkirin
- 11:58 24 Kanûn 2020
- Rojane
AMED - Danişîna Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dûndar a bi îdîaya “ Endamtîya rêxistinê”dihat darizandin hat taloqkirin.
Danişîna doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar a bi îdîaya “ Endamtîya rêxistinê”dihat darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de de Pero û parêzerê wê Mehmet Oner jî amde bûn.
Parêzer Mehmet Oner, xwest ku dosyaya niha bi ya “Doza KCK” a ku miwekila wê pê tê darizandin bibe yek. Parlamentera HDP’ê Pero Dundar jî di danişînê de parastina xwe bi kurdî kir û îdîayên di derbarê xwe de red kir û ji dadgehê daxwaza berataa xwe kir.
Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê, danişîna din jî taloqî 3’yê Hezîrana 2021’ê kir.