Çalakiya Şengaliyan ket roja 23'yan

  • 11:16 24 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - 23 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê çalakiya xelkê Şengalê didome. Xelkê Şengalê kom bi kom diçin serdana konê û li vir piştevaniya xwe tînin ziman.
 
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 23’yan li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê dewam dike. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî li derketina li Asayişa Êzidîxanê hatiye destpêkirin bi serdanan didome. 
 
Endama Meclîsa jin a Dîgorê Reyhan Xidir derbarê çalakiyê de axivî û got: “Ev 23 roj in çalakiya piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê ji aliyê meclîs û saziyên Êzidxanê ve hatî destpêkirin berdewam dike. Lê mixabin heta niha ji bo daxwazên me bersivek nehatiya dayîn. Ji bo wê em li hemberî planên qirêj ên li ser axa me heta dawiyê wek dayik, em ê li ber xwe bidin.”