Li Mexmûrê koma 4’em çalakiya gireva birçîbûnê dewr girt

  • 10:33 24 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan ku li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dabûn destpêkirin îro bi dewr girtina koma 4’em didome. 
 
Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger hatibû destpêkirin. Ji bo piştgiriyê bidin girtiyan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê ve greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Îro çalakî bi dewr girtina koma 4'em didome. 
 
Jinan di 18'ê kanûnê de dest bi gireva birçîbûnê kirin û du rojan carekî koma xwe diguherînin. Îro koma Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê bi merasîmekî gireva birçîbûnê dewr girtin. Li ser navê koma sêyem Besê Budak derbarê girevên birçîbûnê de wiha axivî: “Em ê heta dawiyê xwedî li serokê xwe û girtiyên xwe derbikevin. Îro roja berxwedan û serhildanê ye bila her kes rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike. Em ji hevalên xwe yên koma 4’em re jî serkeftinê dixwezin.”
 
Merasîm bi dirûşma: ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana zîndanan’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.