'Leyla Guven ji ber aştî parast hat girtin'

  • 09:14 24 Kanûn 2020
  • Rojane
WAN - Jinên Wanî yên bertek nîşanî cezayê girtîgehê yê 22 sal û 3 mehî li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat birîn, dan wiha gotin:"Leyla Guven ji ber aştî parast hat girtin. Divê demildest bê berdan."
 
Li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn û piştre Leyla hat girtin. Bertekên li dijî girtina Leyla dewam dikin. Jinên li Kuçeya Surmelî Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî bertek nîşanî cezayê li Leylayê hatiye birîn dan. Jinan gotin Leyla îradeya wan e û divê demildest bên berdan. 
 
'Di rojekê de ceza dan Leylayê û erê kirin'
 
Ayten Salgur da zanîn ku ew zextên li ser kurdan û girtina wan şermezar dike û wiha got:"Leyla Guven parêzvana aştiyê ye, ji bo gelên tên çewisandin li berxwe dide. Ew ji ber wêrektî, sekin û duristbûyina xwe hat girtin. Kujerê Leyla Aydemira 4 salî qetil kir hat berdan. Lê belê cezayê Leyla di rojekê de dan û erê kirin. 22 sal ceza nadin kujeran lê belê siyasetmedarên fikrên xwe dibêjin didin wan. Leyla ev ceza heq nekir. Tenê ji bo pêşiyê li Leyla bibirin ev ceza dan. Em girtina Leyla û girtiyên siyasî qebûl nakin. Divê Leyla demildest sebest bê berdan. Ew ê ev girtina kurdan û zextên li ser wan heta ku derê dewam bike. Têkoşîna vî gelî bi dawî nebû û ew ê bi dawî nebe."
 
'Em girtina Leyla Guven qebûl nakin'
 
Hemra Abî da zanîn ku Leyla ji ber aştî û yekîtî parastiye hatiye girtin û wiha got:"Em vê biryara girtina Leyla qebûl nakin. Leyla aştiyê û yekîtiyê diparêze. Girtiyên di girtîgehê de bê sûc in. Çi sûc kirine? Ji ber ew wekî hemû mirovan aştî û aramiyê dixwazin îro girtî ne. Leyla Guven ji bo Gelê Kurd aştî û aramiyê dixwaze. Ez dixwazim Leyla Guven û hemû girtî bên berdan. Em jinên kurd û tirk dest bidin destên hevdu û li dijî girtina jinan derkevin."
 
'Leyla Guven pêşenga jina ye'
 
Muhabbet a ku diyar kir Leyla Guven îradeya wê ye wiha got:"Leyla Guven îradeya jinan diparêze û pêşenga me jinan e. Leyla aştiyê diparêze, ji bo pêşiyê lê bigirin ew girtin. Em zext, qedexe û girtina li ser kurdan qebûl nakin. Leyla Guven bê sûc e. Em her li pişta wê ne. Em dixwazin ew serbest bê berdan deriyên girtîgehan vebin."
 
'Leyla Guven çima girtin?'
 
Fatma Kurt a pirsa Leyla Guven çima hat girtin kir da zanîn ku ji bo Leyla bê girtin tu hincet tune bû û got Leyla Guven parlamentera wan e û sûcê wê tune ye, divê demildest bê berdan. 
 
'Leyla Guven her dem aştî xwest'
 
Meryem Kurt jî wiha bertek nîşanî girtina Leylayê da:"Leyla Guven her dem aştî xwest. Kes naxwaze Leyla Guven bê girtin. Em jî naxwazin. Ew îradeya me ye divê demildest serbest bê berdan. "