'Planên qirkirinê yên li Efrînê dûrî pîvanên ehlaqî ne'

  • 09:06 24 Kanûn 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Rêvebera Meclîsa Jina Sûrî Heyfa Hesen derbarê binpêkirina mafên mirovan a dewleta tirk û komên girêdayî wê de da zanîn ku bêdengiya li dijî êrişan hevkarî ye û wiha got:"Dewleta tirk xwe li ser qirkirina gelan dide avakirin. Êriş, tundî, revandin, îşkenceya li Efrînê jî plankirî ne. Ev plan dûrî pîvanên ehlaqî ne. Li hember kiryarên dewleta tirk pêwîstî bi helwesteke cidî heye da ku pilanên qirkirinê bên sekinandin."
 
Piştî ku komên wekî Cebhet El-Nusra û DAÎŞ'ê di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de negihiştin armanca xwe dewleta tirk vê carê bi awayekî eşkere êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Dewleta tirk ji Tebaxa 2016'an ve êrîşên xwe yên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nedaye rawestandin. Bi peymanên di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê û bi êrikirina Emerîkayê Cerablus, Ezaz û Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî niha di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne. Niha li herêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne binpêkirina mafan, îşkence, revandin û tundî her di rojevê de ne. Têkildarî mijarê Rêvebera Meclîsa Jina Sûrî Heyfa Hesen nirxandin kir. 
 
'Dixwaze têkoşîna jinan têk bibe'
 
Heyfa Hesen a ku ji kiryarên dewleta tirk û komên wê yên li Efrînê ne razî ye da zanîn ku dewleta tirk xwe li ser qirkirina gelan dide avakirin û wiha got:"Dîroka dewleta tirk her dem bi qirkirin û komkujiya netewan ve tê nasîn. Dewleta tirk krîza Rojhilata Navîn ji bo xwe wekî  firsendeke, pêkanîna berjenwedî û xeyalên xwe yên împratoriya Osmaniyan bi kar tîne. Lewra dixwaze têkoşîna jinan û gelê kurd têk bibe. Li hember vê jî dewleta tirk nijadperestiyê pêş dixe, mînakên wê jî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, Cerablus, Izaz û Babê şênber in."
 
'Êrişî berxwedana gelan dike'
 
Heyfayê bi lêv kir ku êrişî berxwedana gelan tê kirin û wiha pê de çû:"Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hember dewleta tirk û DAÎŞ'ê jî cîhan matmayî hiştiye, ji bo wê jî dewleta tirk asta êrîş û binpêkirinên xwe zêde dike. Ji zindiyan heya keviran, ji darên zeytûnê heya çiyayên wê ji hovîtiya dewleta tirk zirar dibînin. Zeytûnên ku bi destên dapîr û bapîrên me hatine çandin, çeteyên ji mirovatiyê dûr, dibirin. Ew dar ji bo me ne tenê dar in kok û dîroka me ne. Ne tenê zindî û xwezayên, şûnwarên Efrînê ku dîroka pêkhateyên dide nasîn hildiweşînin."
 
'Planên qirkirinê yên li Efrînê dûrî pîvanên ehlaqî ne'
 
Heyfayê diyar kir ku êriş û tundî li ser jinên li Efrînê dijîn tên kirin û wiha got:"Êriş, tundî, revandin, îşkenceya li Efrînê plankirî ne. Ev plan dûrî pîvanên ehlaqî ne. Ji tirsa gefa revandin û xwestina fîdyeyê newêrin derkevin. Tu dewlet nikare kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê ji nedîtî ve bên, ji ber ku her tişt diyar e û bi belge ye. Dewleta tirk hêza xwe ji bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên qada navneteweyî digire. Bêdengî hevkarî ye. Ewqas rêxistinên ku banga mafê mirovan dikin, îro xwe ker, kwîr û lal kirine. Gelê Efrînê gelekî xwedî dîrokeke kevnar e, îro bi destên dewleta tirk ku neviyên împratoriya osmaniyan e rastî hemî şêweyê qirkirinê tên. Li hember kiryarên dewleta tirk pêwîstî bi helwesteke cidî heye da ku pilanên qirkirinê bên sekinandin."