Jinên siyasetmedar ên Mêrdînê: Leyla Guven vîna jinê û Gelê Kurd e

  • 09:03 24 Kanûn 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jinên siyasetmendar ên Mêrdînê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan û gotin: “Ji bo ku siyaseta kurd tasfiye bikin hemû  rê û rêbazan bi kar tînin. Girtina Leyla jî yek ji van êrişên qirêj ên li dijî Gelê Kurd hatiye kirin e. Lê weke Leyla dibêje em ê li herderê di bin hemû şert û mercan de têbikoşin.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di çarçoveya doza xwe ya di 21'ê mehê de li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de ku 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birin de hate girtin. Têkildarê girtina Leyla Guven ji partiyên siyasî û komeleyên jinan bertek zêde dibin. Jinên siyasetmendar ên  Mêrdînê jî li dijî girtina Leyla Guven bertekên xwe anîn ziman û gotin ku Leyla Guven vîna jinê û Gele Kurd e.
 
‘Bila kenê Leyla ji we re bibe dert’
 
Hevseroka HDP’ê ya Şemraxê Nalan Ozaydin jî têkildarê girtina Leylayê axivî û wiha got: “Rêhevala me Leyla Guven  xebatên wê yên KCD'ê sûc hatin dîtin û bi awayek bêhiquqî hate girtin. Em ji vir dibêjin ku em van êrîşên dijminane şermezar dikin. Leyla ne bi tenê ye. Em ê têkoşîna wê nîfco nehêlin. Çawa ku ew wê di girtîgehan de têkbikoşe em ê jî li derve bibin dengê têkoşîna wê. Em ê dubare nişan bidin ku wê êrîşkar bi ser nekevin. Bila kenê Leyla ji we re bibe derd.”
 
‘Leyla Guven vîna jinê ye’
 
Hevşaredara Mêrdiînê ya ku li şuna wê qayûm hatiye tayînkirin Fîgen Altundag jî wiha axivî: “Leyla Guven nîşaneya berxwedanê ye ku bi hêza xwe hêzê dide hemû jinan.  Ew vîn û nirxê jina ye. Cezakirina Leyla nêzikatiyek dijhiqûqî ye. Em ê li dijî vê nêzîkatiyê ji heta dawî berteka xwe nîşan bikin. Em ê bi piştgirîdayîna têkoşîna wê re bibin bersiva êrişan. Em Leyla û hemû rêhevalên wê yên ku mafên wan hatiye binpêkirin tenê nehêlin.”
 
‘Em natirsin û emê tucar netirsin ji’
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Mîdyadê Xalîse Cebe jî bal kişand ser êrişên ku bi taybet li dijî kurdan tên kirin û wiha got: “Ev êrişeke bi taybetî li dijî jinên kurd hatiye kirin e. Dixwazin siyaseta ku jin dikin asteng bikin. Lê Leleyla bi gotina xwe û sekna xwe ji van êrişan re bû bersiv. Wê got ez narevim, ev welat welatê min e û ez ê ji bo wê têbikoşim. Ev peyam ji bo me hemûyan e. Pêwîste ku em bibin dengê têkoşîna Leylayê. Ji bo azadiya wê pêwîste em têkoşîna xwe mezintir bikin. Em natisin û em ê her têbikoşin.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin’
 
Endama Rêxistina HDP’ê ya Qoserê Sebeh Koday jî wiha axivî: “Leyla Guven bi berxwedana ku daye re buye pêşenga jinên kurd. Ji ber vê yekê jî bi awayek bêhiqûq ceza lê birîn û girtin. Dixwazin bi vî rengî siyaseta kurdan û kurdan tasfiye bikin. Lê bila were zanîn ku kesek nikare bi van rêbazan me tasfiye bike li dijî wê em ê têkoşîna mezintir bikin. Em îro hemû Leyla Guven in. Leyla got 'baş bixebitin ji bo em ji zu werin'. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Bê guman em ê wan azad bikin.”
 
‘Em li pey doza Leylayê ne’
 
Hevseroka DBP’ê ya navçeya Nisêbînê Bedia Adigüzel jî herî dawî wiha diyar kir: “Girtina Leyla Guven û hemû siyasetmendarên kurd neheqî ye. Îqtîdar çawa bixwaze daraz jî wisa tevdigere û biryaran dide. Leyla ji bo berjewendiyên hemû gelan û ji bo aştiyê bedelên mezin dan. Diyare ku gotina aşitiyê jî wan aciz kiriye. Em li pey doza Leya ne û em hemû jî Leyla ne. Em ê têkoşîna wê bidin berdewam kirin.”