ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 24 Kanûn 2020
  • Rojev
*Endama Komîtiya Perwerdeyê ya Kantona Girê Spî Medîne Mislim, bal kişand ser hevkariya Rûsya û dewleta tirk a di êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê û wiha got: "Dewleta tirk û çeteyên wê tenê êrîşî baregehên leşkerî nakin, êrîşî şêniyên herêmê jî dikin. Armanca wan ew e ku şêniyên Eyn Îsayê koçber bibin. Rûsya û Rejîma Sûriyeyê bertekê nîşanî dewleta tirk nadin. Em ê jî dev ji Eyn Îsayê bernedin."
DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Jineolojîyê ya Herêma Firatê Dîrok Qehreman xebatên xwe yên salekê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berfirehî nirxand. Dîrokê da zanîn ku Komîteya Jineolojîyê gelek gavên şênber avêtiye û xebatên xwe dewlemendtir kiriye. DÎMEN HEYE
 
*Jinên siyasetmendar ên Mêrdînê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan û gotin: “Ji bo ku siyaseta kurd tasfiye bikin hemû  rê û rêbazan bi kar tînin. Girtina Leyla jî yek ji van êrişên qirêj ên li dijî Gelê Kurd hatiye kirin e. Lê weke Leyla dibêje em ê li herderê di bin hemû şert û mercan de têbikoşin.” DÎMEN HEYE
 
* Rêvebera Meclîsa Jina Sûrî Heyfa Hesen derbarê binpêkirina mafên mirovan a dewleta tirk û komên girêdayî wê de da zanîn ku bêdengiya li dijî êrişan hevkarî ye û wiha got:"Dewleta tirk xwe li ser qirkirina gelan dide avakirin. Êriş, tundî, revandin, îşkenceya li Efrînê jî plankirî ne. Ev plan dûrî pîvanên ehlaqî ne. Li hember kiryarên dewleta tirk pêwîstî bi helwesteke cidî heye da ku pilanên qirkirinê bên sekinandin." DÎMEN HEYE
 
*Xizmên girtiyên siyasi yên di girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirine diyar kirin ku ew ê xwedî li çalakiya girtiyan derkevin û wiha gotin:"Dê zextên dewleta tirk berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de û ya me nikaribe têk bibe. Em ê xwedî li çalakiya girtiyan derkevin." DÎMEN HEYE
 
*Zarokên ku di şert û mercên dijwar de dixebitin gelo çi hîs dikin an jî ji pêşerojê çi hêvî dikin? Bi vê armancê me xwest ku em çîrokên wan zarokan ji wan guhdar bikin û bi we re parve bikin.
 
*Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bal kişand ser geşedanên siyasî ya sala 2020'an û got: "Sala 2020'an ji bo kurdan, ji bo HDP'ê û ji bo muxalefeta Tirkiyeyê salekî dijwar bû. Lê Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinên Tirkiyeyê li dijî kiryarên îqtîdarê daketin qadan û pêşengtiyê kirin. Divê em jin hêza xwe ya rêxistinbûnê biparêzin û mezin bikin."  BI DÎMEN 
 
*Jinên Wanî yên bertek nîşanî cezayê girtîgehê yê 22 sal û 3 mehî li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat birîn, dan wiha gotin:"Leyla Guven ji ber aştî parast hat girtin. Divê demildest bê berdan." BI DÎMEN 
 
*Yazgul Şahîn a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan di çalakiya greve birçîbûnê de ye banga hestiyarî û piştgiriyê kir û got: “Em vê pergala faşîzmê tenê bi hev re dikarin têk bibin. Bi kesekî tenê re ew nayê çareserkirin.”
 
*Ji bo piştigiriya berxwedana zindanan ew ê li Şehbayê meş bê lidarxistin. (11:00)
 
*Çalakî ew ê li Helebê ji bo Leyla Guven bê lidarxistin. (10:30)
 
*Ew ê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê daxuyanî li Hesekê bê dayin. (11:00)
 
*Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Kongreya Star dê li Kobanê meşê li dar bixe. (12.00)
 
*Li Eyn Îsayê li dijî êrişên dewleta tirk ew ê meşa ciwanan bê lidarxistin. (12:00)
 
*Li Til Temirê ew ê Kongreya Star bi armanca şermezarkirina girtina Leyla Guven daxuyaniyê bide. (10.00)
 
* Dê bi pêşengiya TJA'yê, li navçeya Silopiyê ji bo yekitiya neteweyî daxuyanî bê dayîn. (13.00)