Li gelek bajaran ji bo Leyla Guven daxuyanî hat dayîn

  • 16:40 23 Kanûn 2020
  • Rojane
Rojane... 
 
Li gelek bajaran ji bo Leyla Guven daxuyanî hat dayîn 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Semsûr, Dêrsim, Çewlîk, Edene û Mersînê girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi çalakiyan hat şermezar kirin. 
 
Girtin Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Semsûr, Dêrsim, Çewlîk, Edene û Mersînê bi çalakiyên cuda hat şermezar kirin. Di çalakiyan 
 
Edene 
 
Meclisa Jinan a HDP’ê ya Edenê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber avahiya HDP’ê ya Çûkûrovayê daxuyanî dan û girtina Guven şermezar kirin. Di daxuyaniya ku gelek kes tevlî bûn de li ser navê jinan Berîvan Gokalp axivî û diyar kir ku armanca girtina Guven tirsandina muxalefeta civakî ye û ev tişt got: “Ev biryar ji bo di hukmê tunebûnê de ye. Divê hikûmet fêm bike ku em mafdar in. Zext me têk nabin û wê nebin jî. Weke ku hevala me Leyla gotiye; em li vir in, bi tu cihekî ve naçin.”
 
Dêrsim 
 
Rêxistina HDP’ê ya Dêrsimê jî girtina Guven li Kolana Hunerê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniya ku gelek kes tevlî bûn de pankarta “Leyla Guven rûmeta me ye” hat daliqandin. Hevseroka HDP’ê ya Dêrsimê Nûrşat Yeşîl, di daxuyaniyê de axivî û got ku biryara derbarê Leyla de nîşan dide ku dadgerî çiqas di bin kontrola desthilatê de ye û biryar li dijî hemû kurdan û muxalîfan e.” Di berdewamê de Nûrşat bal kişand ser rola KCD’ê ya di çareseriya demokratîk de û destnîşan kir ku ew biryara derbarê Leylayê de nas nakin. 
 
Semsûr 
 
Rêxistinên HDP’ê ya Semsûrê, bi daxuyaniyekê girtina Leyla şermezar kir. Ji bo şermezarkirin li ber avahiya HDP’ê ya bajar daxuyanî hat dayîn û endam û rêvebrên HDP’ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Bajar Zelîha Karinca axivî û diyar kir ku desthilat bi biryara Leyla re nîşan daye ku di neçareseriyê bi israr e û got ku wê ev rêbaz encam negirin. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeyên mîna “Jin Jiyan Azadi”, “Leyla Guven rûmeta me ye” , “Wê roj were dewren biguhere û AKP hesab bide gel” û çepikan bi dawî bû. 
 
Çewlîk
 
Rêxistina HDP’ê ya Çewlikê jî bi heman armancî li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’ê yê Bajar Veysel Kaya axivî û ev tişt got: “Pergala qesrê ku hatiye ber helandinê, demên xwe yên dawîn li ser neyartiya gel didomîne û hewl dide xwe heyî nîşan bide. Ji ber muxalefa bihêz a HDP’ê Leyla Guven hat girtin. Em careke din ji raya giştî re radigihjînin ku em biryara derbarê Guven de nas nakin.”
 
Mêrsîn 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mersînê jî ji bo girtina Leyla Guven daxuyaniyek da û bertek nîşanî girtina Leylayê da. Ji bo şermezarkirina biryara girtina Leylayê Guven li avahiya HDP’ê ya navçeya Akdenîz daxuyanî hat dayîn. Rêveberên Meclisa Jinan a HDK’ê ya Mersîn û Komeleya Piştevaniya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) jî tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê Feyza Kaya axivî û diyar kir ku bi girtina Leyla hatiye xwestin ku vîna gelê kurd teslîm bê girtin û wiha got: “Di serî de dixwazin gelê kurd û muxalefeta civakî bitirsînin. Ev biryar ji bo me tuneye. Ev welat welatê me ye em bi berdewamî siyaset bikin. Li derve be jî li hundir be jî em ê siyaset bikin. Wê zext me ji têkoşîna me nekin.”
 
Daxûyanî  bidûrişmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Leyla Guven rûmeta me ye” bi dawî bû.