Partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê girtina Leylayê şermezar kirin

  • 16:24 23 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê bertek nîşanî girtina Leyla Guven da û got: "Em partiyên siyasî, sazî û rêxistinên Kurdistanî, bang li gelê xwe, hemû komên şoreşger, demokrat û rewşenbîran dikin ku li her devera lê dimînin bertekên xwe bînin ziman û dengê azadiyê bilind bikin." 
 
Piştî ku 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn şûnde ew şandin girtîgehê. Têkildarî mijarê partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê daxuyaniyeke hevpar dan û girtina wê şermezar kirin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di kesayetiya Leyla Guven de êrişî îradeya Gelê Kurd hatiye kirin. Bi dewamkirina pergala tecrîdê ya Îmraliyê tirs xistiye nava civakê û bi vî rengî welat veguherandine zîndaneke servekirî ku kesek lê ne azad e. Rejîma Erdogan a faşîst, ji bo ser qeyran û biketina xwe binuxumîne, li hundur bi birêvebirina faşîzma har û li derve jî bi meşandina terorê, di serî de Gelê Kurd, jin, zarok, temendirêj, karker, bêkar, hejar, rewşenbîr, demokrat, hemû civaka dijber xistiye bin zexta tecrîdeke pir giran û bi vî awayî hewl dide temenê xwe dirêj bike.
 
Ji bo dengê civakê bide qutkirin, bi dîlgirtina hilbijartiyan, bi desteserkirina şaredariyên bi dengê gelan hatine hilbijartin û li şûna wan danîna qeyûmên talanker û diz, zulma faşîst xurtir dike. Leşker, polîs bi hemû amûrên zordariyê tirsê û qirkirinê li ser civakê ferz dikin. Zarokên Gelê Kurd bi berxwedana xwe bersivê didin van zextan. Jina kurd li hemberî van êrîşan weke bendan bi dirûşmên 'Jin Jiyan Azadî' bersivê dide. Li Tirkiyeyê karker, kedkar, jin, berxwedêr, şoreşger, demokrat û rewşenbîr bi bilindkirina dengê xwe bersivê didin faşîzme.
 
Parlamenteriya Leyla Guven hat betalkirin, bi hinceta 'endamtiya rêxistina terorê' 22 sal cezayê zîndanê lê hat birîn. Dadgehê û dozger, li ser daxwaza Erdogan 22 sal ceza birî. Armanca Faşîzme ew e ku bi krîmînalîzekirina KCD'ê rol û rastiya civake tarî bike. 
 
Ne tesadûf e ku KCD a ku ji bo yekîtiya neteweyî gavên girîng avêt, di pêvajoya ku li her deverê êrîşek dijraber a li dijî Gelê Kurd berdewam dike û dixwazin planên qirkirinê li ser Gelê Kurd bixin meriyetê, hate hedefgirtin.
 
Gelê Kurd û zarokên wan, rewşenbîr, şoreşger, demokrat, jin, kedkar, civan serî li ber rejîma faşîst û terora faşîst netewînin. Di şexsê Leyla Guven de, ji bo rêya azadiyê û têkoşînê ya dijî faşîzmê, em ê bi biryar bin û bi paş ve gavê navêjin.
 
Em partiyên siyasî, sazî û rêxistinên Kurdistanî, bang li gelê xwe, hemû komên şoreşger, demokrat, rewşenbîr û dijberan dikin ku li her devera lê dimînin çalakiyan li dar bixin û em dengê azadiyê bilind bikin û rûyê dijminê kurd û rejîma dîktatorî li ber raya giştî eşkere bikin."