Dayikên Aştiyê: Leyla Guven îradeya me ye

  • 16:10 23 Kanûn 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Rêxistina HDP'ê ya Konakê bertek nîşanî cezayê girtîgehê yê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat birîn, dan. 
 
22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn. Bertekên li dijî cezayê li Leyla hatiye birîn didomin. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Rêxistina HDP'ê ya Konakê jî bertek nîşanî cezayê girtîgehê yê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat birîn, dan.  Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Rêxistina HDP'ê ya Konakê li ber Nûnertiya Kuçeya Kosovayê ya HDP'ê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Zext nikare me biçewisîne","Jin jiyan azadî","Leyla Guven rûmeta me ye" û "Dê faşîzm hesab bide gel" hatin berzkirin. Daxuyanî li ser navê Dayikên Aştiyê Edibe Sincar û li ser navê HDP'ê jî Leyla Kaygisiz xwendin. 
 
Edibe di destpêkê de axivî û anî ziman ku ew biryara hatiye dayin qebûl nakin û got Leylayek biçe ew ê hezar Leyla bên û em ê wê tenê bernedin. Heta em li ser piya bin em ê rêhevala Leylayê bin. 
 
'Leyla Guven jineke kurd a serhildêr e'
 
Leyla Kaygisiz jî piştre wiha got:"Hedefgirtina jinan a bi taybet jinan ne tesaduf e. Çimkî îktidara yekperest dizane ku jin hêzeke muxalîf e û li dijî wê ye. Leyla Guven bi darê darazê gavê paşde navêje. Leyla Guven jineke kurd a serhildêr e û îradeya me ye. Em ê li hundur jî û li derve jî siyaseta xwe bidomînin. Em hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Em ê li dijî polîtikayên dijminatiya kurdan dike serî netewînin."