Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 6’an de didome

  • 15:07 23 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê ve hatî destpêkirin di roja 6’an de didome.
 
Di 18'ê kanûnê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê ve greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Jinan ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan dest bi grevên birçîbûnê kirin. 
 
Çalakiya jinan bi serdanan didome. Niha koma 3'yem çalakiyê didomîne. Ezîze Spêrtî di koma duyem de cih digirt îro hat serdana koma sêyem. Ezîze di serdanê de wila axivî: "Em wekî jinên wargehê berxwedana Leyla Guven silav bikin  û tu caran dest ji berxwedana xwe bernadin."
 
Her wiha li ser navê koma seyêm jî Oznur Kaya axivî û got: "Em bi çalakiya xwe piştgiriyê didin girtiyan. Em ê çalakiya xwe heta encamekî bigirin bidomînin."