Li Swîsreyê jinên kurd ji bo Leylayê daketin qadan

  • 14:05 23 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li bajarên Bern, Bîel, Lozan, Basel û Solothûrnê yên Swîsreyê bi pêşengiya YJK-S'yê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. 
 
Di 21'ê kanûnê de zêdeyî 22 sal cezayê girtîgehê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn, heman rojê ew hat girtin. Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
 
Li Bernê belavok hatin belavkirin 
 
Bi banga Meclîsa Jinê ya Mizgîn mirovên şoreşger, demokrat û welatparêz li qada Bahnhofplatzê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven dan. Di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven hatin hildan û aktîvîst Hediye Mûnzûr axivî. Hediye anî ziman ku di şexsê Leyla Guven de êrişên qirkirina siyasî li dijî jin û Gelê Kurd tê kirin û di bingeha vê yekê de jî dijminatiya li Kurdan, li gelan heye." Hediye banga xurtkirina têkoşînê kir. Di çalakiyê de her wiha li ser mijarê belavok hatin belavkirin.
 
Jinan li Bîelê ji bo Leylayê daketin qadan 
 
Çalakî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan li pêşiya stasyona trenê ya navendî hat lidarxistin û girtina Leylayê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Leyla Guven nayê bêdengkirin", "Leyla Guven rûmeta me ye", "Erdogan dijminê jinan e, kujerê jinan e" hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin.
 
Li Lozan û Baselê girtina Leylayê hat şermezar kirin 
 
Bi banga Meclîsa jinê ya Lajin li pêşiya dêra St. Laûrentê çalakiyek pêk hat. Çalakgeran ji bo berdana Leyla Guven û girtiyên siyasî bang kirin. Li qada Barfusserplatzê bi banga Meclîsa Jinê ya Ronahî çalakî hate lidarxistin û têkildarî girtina Leyla Guven daxuyanî hate dayin. Bi navê YJK-S'ê daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Di şexsê Leyla Guven de jinên Kurd wê dest ji têkoşîna xwe bernedin û têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
Ji Solothûrnê bangewaziya jinan
 
Bi banga lezgîn a Komuna Jinê ya Pinar duh danê êvarê Kurdistanî li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev kom bûn û nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven dan. Di çalakiyê de li dijî faşîzma dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin. Di çalakiyê de bi navê komuna jinê ji bo bilindkirina têkoşînê bang hate kirin.