Jinên Komunîst ên Şoreşger: Girtina Leylayê biryarek siyasî ye

  • 13:52 23 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) bi daxuyaniyek bertek nîşanî girtina Leyla Guven da û got: "Girtina Leylayê biryarek siyasiye û dîl hatiye girtin."
 
Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) têkildarê girtina Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyek da û bertek nîşanî girtinê da. 
 
JKŞ'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Dewleta Tirk bi binçavkirin, girtin, destdirêjî û destavêtinê dixwaze têkoşînê qels bike û bişkîne, vê siyaseta xwe bi xebitandina hemû amûrên dewletî roj bi roj girantir dike û nexsim li ser jinên Kurdistanê hemû rêbazên vê siyastê bi kar tîne. Dewleta Tirk ji bo ku vîna jinê bişkîne pêşengên Têkoşîna Azadiya Jinê bi biryarên siyasî yên dadgehan êsîr digire. Leyla Guven ku ji bo azadiya jinan bi salan e têdikoşe bi biryareke siyasî bi bayê bezê esîr girtin.
 
Biryara li ser Leyla Guven bêguman ne biryareke ne ji rêzê ye. Leyla Guven bi têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP'ê, bi têkoşîna xwe ya biryardar, bi grêva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê bûye sembola berxwedanê. Dewleta Tirk dixwaze van nirxan di şexsê Leyla Guven de êsîr bigire. Divê jin dakevin qadan azadiyê ji bo Leyla Guven bixwazin.''