TJA: Wekî Leyla got em li vir in û em naçin derekê

  • 13:41 23 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê bertek nîşanî cezayê girtîgehê yê 22 sal û 3 mehan li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat birîn, da. TJA'yê got:" Wekî Leyla got em li vir û em naçin derekê. Em ê serîhildana xwe bidomînin."
 
Piştî ku 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn şûnde ew şandin girtîgehê. Têkildarî mijarê Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin Îktidara AKP-MHP'ê sîstema hiqûqê ya faşîst a nû ava dike û vê ya jî wekî alava tolhildanê bi kar tîne. 
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
 
"Ev cezayê ku di şexsê Leyla Guven de hat dayin wekî mînaka herî razber a tolhildanê derdikeve pêşberî me. Ev cezayê bêhiqûqî ye. Ev bersiva tolhildana siyasî ye. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji bo tolê hilde çalakiyên siyasî yên rewa wekî hincet nîşan da û 22 sal cezayê ku li dijî ehlaqê mirovan e da. Hîn dema pêvajoya îstinaf û dadgeha bilind hebû lê belê demildest biryara girtinê derbarê Leyla Guven de hat dayin û şev hat binçavkirin. Piştî hat binçavkirin şûnde sirgunî Girtîgeha Xarpêtê hat kirin. 
 
Leyla jineke azad e
 
Hevala me Leyla siyasetmedar û aktivîsta têkoşîna azadiya jinê ye. Leyla jineke azad e. Ji serokatiya şaredariyê heta parlamenteriyê û ji aktivîstiya jinê heta Hevserokatiya KCD'ê bi salan e li gelek qadan têkoşîn daye. Kriminalizekirin û îlegalîzekirina çalakiyên KCD'ê û nîşandayina vê yekê ya wekî hinceta girtinê bi guhertina helwesta hukumetê eleqedar e. Lê em dizanin ku KCD jî Leyla Guven jî do li ku bin îro jî li wir in. 
 
Ew bûye sembola têkoşîna azadiyê
 
Hevala me Leyla ya ku ev bi salan e Hevserokatiya KCD'ê dike di dema girtî bû jî peywira xwe ya hevserokatiyê dikir. Li dijî tecrîda Îmraliyê bi bedena xwe serî hildaye. Bi serîhildana xwe ew bûye sembola têkoşîna azadiyê. Me do jî îfade kir em îro jî îfade dikin em vê biryarê nas nakin. KCD banê rêxistina civakî ya vê erdnîgariyê ye û ji bo gelan rewa ye. Di şexsê Leyla Guven de têkoşîna jinê hedef tê girtin. Îro girtî dîsa li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne. Dewlet dewsa siyasetmedaran bigire bila guh bide girtiyên di greva birçîbûnê de. Bila guh bide daxwazên civakê. Em ê dev ji jiyaneke wekhev bernedin. Em biryara sîstema baviksalarî nas nakin. Ji Leyla Qasim bigire heta Leyla Guven li ser vê axê gelek Leyla mezin bûne. Em ê ji niha şûnde jî bêtir li mîrateya serîhildanê derkevin. Wekî Leyla got em li vir in û em naçin derekê."