Li Şirnexê 3 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 13:47 22 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Di qezaya trafîqê ya li Şirnexê de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê wesayîtek ji kontrola ajokar derket û ket Çemê XabûrÊ. Di qezaya ku li devera gundê Bêrman ê navçeyê pêk hat de Serhat Onal û hevjîna xwe Gunay Onal û pitikê wan jiyana xwe ji dest dan. Cenderme, agirkuj, tîmên tenduristiyê û welatiyên derdorê cenazeyên malbata Onal ji wesayîta ketibû çem derxistin û cenazeyê wan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.