Li Şirnexê 3 kesî jiyana xwe ji dest dan 2020-12-22 13:47:38   ŞIRNEX - Di qezaya trafîqê ya li Şirnexê de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Elkê ya Şirnexê wesayîtek ji kontrola ajokar derket û ket Çemê XabûrÊ. Di qezaya ku li devera gundê Bêrman ê navçeyê pêk hat de Serhat Onal û hevjîna xwe Gunay Onal û pitikê wan jiyana xwe ji dest dan. Cenderme, agirkuj, tîmên tenduristiyê û welatiyên derdorê cenazeyên malbata Onal ji wesayîta ketibû çem derxistin û cenazeyê wan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.