Di parlamentoya nû de rêjeya parlamenterên jin dê çiqas be?

  • 13:19 19 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Biryare sibe hilbijartina giştî ya dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Ji hezar û 191 namzetan 368 jê jinin ku ji sedî 30’ê namzedan pêk tê.
 
Duh li Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Sibe jî biryare hilbijartina giştî were lidarxistin.
 
Li gorî yasayê kotaya hejmara jinan ya di her dema Parlamentoya Herêma Kurdistanê de divê ji sedan 30’ê kursiyan jin pêkbînin. Divê hilbijartinê de jî ku bi giştî 100 kursî hene, divê 30 kursî parlamenterên jin pêkbînin.
 
Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWS'ê, rêjeyek ji hejmara giştî ya kursiyên parêzgehan ji jinan re hatiye veqetandin û ev jî wiha ye:
 
* Li Silêmaniyê bi giştî 38 kursî hene, ji vane 11 jê jinin.
 
* Li Hewlêrê bi giştî 34 kursî hene, ji vane 10 jê jinin.
 
* Li Dihokê bi giştî 25 kursî hene, ji vane 8 jê jinin.
 
* Li Helebceyê bi giştî 3 kursî hene, ji vane 1 jê jine.
 
Hêjayî bibîrxistinênye ku rêjeya namzetên jin ên di hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê zêdekiriye. Lê li gorî hilbijartina 2018’an ve rêje nehatiye guhertin û ji sedan 30 derbaz nekiriye.
 
Li gorî bîlançoyan, di hilbijartina sala 2018’an de ji giştî 773 namzetan 238 jê namzetên jin bûn. YNK, PDK, Lîsteya Serdem, Tevbera Goran û Lîsteya Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadperweriyê ji 100 namzetan 30 namzetên jin diyarkirin.
 
Di lîsteya Hevpeyamniya Eniya Çaksaziyê ji 60 namzetan 18 jê jin, Nifşê Nû ji 50 namzetan 17 namzetên jin, Komeleya Dadgerî ji 40 namzetan 14 namzetên jin, Lîsteya Azadî ji 40 namzetan 13 jin, Partiya Parêzgeran ya Turkmen ji 14 namzetan 5 jê jin diyarkiribûn.
 
Lîsteya Ermeniyan, Partiya Çaksazî ya Tirkmen, Eniya Tirkmenî ya Hewlêrê, Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Abna Nahrîn, Lîsteya Demokrat a Tirkmen û Rafîdeyn her yek ji wan 2 namzetên jin diyarkiribûn. Keldanî, Asûrî û Suryaniyan ve jî 3 jin namzet diyarkiribûn. Tevgera Brusk ya Turkmen û Lîsteya Demokrasiyê ya Mesihî jî namzetek jin diyarkiribûn.
 
Herî dawî 33 jin gihiştin Parlamentoyê ku nêzîkî 10 jin bi dengên xwe bixwe û bêyî xwe bispêrin serketina dawî, gihiştin parlamentoyê.