Jin dê li Enqereyê hêza xwe bikin yek

  • 09:04 18 Mijdar 2020
  • Rojane
ENQERE - Rêxistinên Jinan ên Enqereyê, diyar kirin ku dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin û gotin: "Ji bo xweparastinê pêş bixin divê em hêza xwe bikin yek û dakevin qadan."
 
Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, li tevahiya cîhanê jin ketin nava hewldanan. Jin dê bi çalakiyên cur bi cur bal bikişînin ser şîdeta li hemberî jinê. Jinan armanc dikin ku li hemû qadan hêza xwe bikin yek. Li Tirkiyeyê jî jin ji bo pêşwazikirina 25'ê Mijdarê ketin nava liv û tevgerê. Sazî û dezgehen jinan ên Enqereyê dê îsal li qadan 25'ê Mijdarê pêşwazî bikin û banga xweparastinê bikin. Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, endama Tora Parastina Jinê Buse Uçer û Endama Jinên Demokrat ên Nû Dîlan Mollaahmetoglu derbarê 25'ê Mijdarê û xebatên xwe de ji ajansa me re axivîn. Jinan da zanîn ku dê di 25'ê Mijdarê saet 18:00’an de li ber Şaredariya Çankayayê ya Cadeya Sakaryayê bicivin. 
 
'Jinên cîhanê bûn yek'
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Li Şîliyê bi pêşengiya hinek jinan li tevahiya cîhanê bi milyonan jin daketin qadan, li qadên Misirê jinên bi şarşef mafê jinan parastin, li Bangladeşê sinetkirina jinan hat bi dawîkirin. Tevgera jinên cîhanê û tevgera jinên Tirkiyeyê îro bûn yek. Par em bi reqsa Las Tesîsê daketin qadan û ev tişt gelek girîng bû. Êdî hemû jinên cîhanê bi hev re tevdigerin û li dijî faşîzma îqtîdarê paşve gav navêjin. Mînaka herî girîng jî berxwedana jinan a Kobanê ya sala 2014'an. Ev berxwedan serkeftina jinan bû û niha jî jin ji bo destkeftiyên xwe li ber xwe didin."
 
Elîf, da zanîn ku ji bo 25'ê Mijdarê bi sazî û dezgehên jinan re hevdîtin pêk anîne û wiha axivî: "Wekî her sal dê hewl bidin ku jin danekevin qadan. Em ne biyaniyên zîhniyeta serdestin. Bi sala ne em li dijî hemû astengiyan ji bo 25'ê Mijdarê darketin qadan. Em ê îsal jî piştewaniya xwe xurt bikin û li qadan hêza xwe bikin yek." 
 
'Divê xweparastin pêş bikeve' 
 
Endama Tora Parastina Jinê Buse Uçer, da zanîn ku nêzî 3 û 4 sal in li Enqereyê xebatên torê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî em îsal li dijî êrîşa îqtîdara AKP'ê ya li hemberî Peymana Stenbolê daketin qadan. Bi giştî li Tirkiyeyê jin daketin qadan û parastina peymanê kirin. Her wiha di pandemiyê de Qanûna Înfazê jî hat derxistin û ev tişt ji bo me hemû jinan bû fikarek mezin. ji ber ku êrîşkar carek din vegeriyan malên xwe û ji bo jinan carek din rojên nexweş dest pê kir." 
 
Bûse, destnîşan kir ku niha xebatên ji bo 25'ê Mijdarê didomînin û wiha bi lêv kir: "Ji bo jinan me xebatên atolyeyê ya derbarê xweparastinê de da destpêkirin. Me bang li jinan kir û me xwest em bi hev re nîqaşan bidomînin. Li tevahiya Tirkiyeyê em dixwazin atolyeyên xweparastinê pêş bixin. Her wiha bi pandemiyê re jin carek din qadên xwe yên xweser windakirin. Me ji bo 25'ê Mijdarê perperokan amade kir û belavkir. Me xwest hêza ku em ji Xwişkên Mîrabelan digirin bînin ziman. Em ê ji bo maf û jiyana xwe dest bi meşê bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan." 
 
'Tiştên ku tên jiyan nayê dîtin û nayê zanîn'
 
Endama Jinên Demokrat ên Nû Dîlan Mollaahmetoglu, jî da zanîn ku niha xebatên 25'ê Mijdarê didomînin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em jî pêkhateyên Platforma Jinan a Enqerê ne. Em bi platformê re xebatan didin meşandin. Me di meha tîrmehê de bi navê 'pandemiyê ji min bipirsin' pêvajoyek dabû destpêkirin û niha em ê pirtûka wê çap bikin. Jinên ku di pandemiyê de tiştên jiyane me kir pirtûk. Gelek tişt jiyan lê yek jî nehatin ziman û nehatin dîtin. Em dixwazin wan tiştan bînin ziman."
 
Dîlan, di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên ku li qadan dikin û wiha got: "Dema em li qadan dixebitin em bi astengiya polîsan re rûbirû dimînin. Dema em dixwazin biçin Cadeya Sakaryayê li vir belavokan belavbikin polîs mudaxaleyê me dike û jinên ku li kolanê jî bêtir bertek nîşanî astengiya polîsan didin. Ev tişt ji bo me girîng e. Em ê dê bi kampanyaya 'Pandemiyê ji min bipirsin' li qadan bin. Em ê bi biryarbûna Xwîşkên Mîrabelê di 25'ê Mijdarê li qadan bin."