Foruma Diyalogê ya Jinan bi dawî bû

  • 21:48 19 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Foruma Diyalogê ya Jinan a Sûriyeyê bi encamnameyekê bi dawî bû.
 
Di roja duyemîn a forumê de bi sernavê ʹRola jinan di xebatên aştiyê deʹ ji hêla rêvebera Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Hesekê Rojda Remo ve mijarek hat birêvebirin û hat diyarkirin ku beşdariya jinan di avakirina aştiyê û biryarê de ji bo gihandina li pêşerojeke adilane û azad ji Sûriyeyê re pir girîng e.Di mijarê de hat diyarkirin ku pêdivî ʹRola jinan di avakirina aştiyê deʹ bi xwespartina li xwesteka jinan bi xwe di pêşengiya xebata guhartin û xurtkirina aliyê siyasî de heye.
 
Di mijara 3ʹyan de aktîvîsta ji Siwêdayê Necwa El Tewîl axivî û got divê xebat li ser guhartina destûrê, qanûnên şexsî weke pêdiviyeke bingehîn esas were girtin. Her wiha Necwa banga derxistina qanûna têkoşîna li dijî jinan li Sûriyeyê kir. Necwa di dawiyê de got armanca wan ew e ku tevahî jin xwe bigihînin cihê biryardayînê.
 
Rûken Ehmed jî pêşniyar kir ku divê diyalog piştgiriyê bide Biyannameya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ku di 18ʹê Nîsana 2023ʹyan de hat derxistin.
 
Di dawiyê de encamnameyek hat dayîn û ji hêla çalakger Şiroq Ebû Zêdan ve hat xwendin û wiha ye:
 
*Xebat li ser geşkirina diyaloga jinan a nîştimanî ya Sûriyeyê, xurtkirina têgeha demokrasiyê ku çareseriya bingehîn a krîza Sûriyeyê û rawestandina xwînrijandinê were kirin.
 
*Were teqezkirin ku hevgirtina jinên Sûriyeyî hêmaneke bingehîn û hevgirtina tevahî ferdên gelê Sûriyeyê û çareserkirina krîzê ye.
 
*Yekitiya jinên Sûriyeyê misogeriya yekitiya xaka Sûriyeyê, yekitiya rêveçûn û çarenûsê ye.
 
*Heta pêkanîna aştiyê têkoşîna jinên Sûriyeyî dewam dike.
 
*Divê beşdarî di tevahî însiyatîfên nîştimanî, herêmî û navneteweyî yên ji bo têkbirina tevahî şêweyên nijadperestî û tundiya li dijî jinan de hebe.
 
*Teqezkirina nasnameya niştimanî ya Sûriyê ya berfireh ku jin stûneke bingehîn e.
 
*Xebatên li ser belgekirina binpêkirinên li dijî jinên Sûriyeyê di dirêjahiya krîzê de werin dewamkirin.
 
*Dagirkeriya Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyeyê were bidawîkirin.
 
*Teqezkirina vegera penaber û koçberan li warên xwe.
 
*Teqezkirina vegera ewle, rûmet û dilxwazî ya penaberan.
 
*Divê beşdariya jinan di sazkirina destûreke lihevkirî ya Sûriyeyê de were misogerkirin û tê de mafên jinan bi rêya kota jinan ji sedî 50 be were garantîkirin.
 
*Xebat bi jina Sûriyeyê re ji bo teqezkirina girîngiya ilmanî û nenavendîbûnê weke alavên geşkirina demokrasiyê û garantiya yekitî û îstîqrara Sûriyeyê were kirin.
 
*Xebat li ser xurtkirina têgeha hevjiyana azad weke bingeha veguherîna demokrasiyê were kirin.
 
*Atolye, panel, hevdîtin û forumên jinan werin zêdekirin.
 
*Rêgeza cudahiya erênî û mafên perwerdeyê bi zimanê dayikê were xurtkirin.
 
*Divê jin werin xurtkirin ku bi rola xwe ya pêşeng di xebata siyasî û biryardayînê de pêk bînin.
 
*Têkilî bi jinên Sûriyeyê, rêxistinên jinan, jinên xwecih, herêmî û navneteweyî re werin geşkirin.
 
*Platformeke dîjîtal ji bo xebitîna xurtkirina jinan were amadekirin.
 
*Teqezkirina li ser girîngiya rola çapemeniyê di guhertina şêweyê neyênî ya jinan û balkişandina ser çîrokên serketinê yên jinên Sûriyeyî de.
 
*Komîteyek ji forumê ji bo şopandina diyaloga jinên Sûriyeyê were avakirin.