Jinên êzidî: Em ê li dijî zextan têkoşîna xwe bidomînin

  • 12:52 17 Mijdar 2020
  • Rojane
Evîn Zenda - Nesrîn Hisên
 
ŞENGAL - Jinên êzidî duh ji bo cenazeyê xwe bigirin û kesên ku hatine binçavkirin serbest bên berdan tevlî çalakiyê bibûn. Jinan di çalakiyê de li hemberî hikûmeta Iraqê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Me çawa hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe da em ê hemberî hemû cureyên erîşan li ber xwe bidin. Weke jin çi pewîst be em e bikin." 
 
Şeniyên Şengalê duh ji bo cenazeyê xwe bigirin û kesên ku hatine binçavkirin serbest bê berdan meşeke girseyî li dar xistin. Piştî meşe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi rayedarên ewlekariyê re hevdîtin hatin kirin û li gorî hevdîtinê dê îro êvarê cenazê bên dayîn û kesên ku hatine girtin dê serbest bên berdan. Jinên ku duh tevlî çalakiyan bûn derbarê nêzîkatiya hikûmeta Iraqê nêrînên xwe anîn ziman.
 
Gulîstan Şengalî bertekên xwe ya li hemberî êrîşan wiha anî ziman: "Em li dijî hemû şêwazen êrîş û dagirkeriyê ne. Em li dijî êrîşan daketin qadan. Li hemberî me bila lîstokan nemeşînin. Em ji bo xwedî şehîd û girtiyên xwe derkevin meşiyan."
 
Kînan Dawud jî duh tevlî meşê bibû nêzikatiya hikûmetan a li hemberî êzidiyan şermezar kir û got: "Em weke şêniyên Şengalê ji bo xwedî li şehîd û girtiyên xwe derkevin daketin qadan. Em naxwazin hikûmeta Iraqê nezikatiyên dervayî mirovahiye bike. Em ve nezikatiye şermezar dikin. Em e wek ciwan xwedî gel û mafe xwe derkevin.” 
 
Şemê Remo jî anî ziman ku tu carê ev nezîkati naye qebûl kirin û wiha berdewam kir: "Hikûmeta Iraqê dibêjin em ê Şengalê parêzin lê ev hemû di gotinan de dimîne. Dijminê me dewleta tirk e û li ser axa Iraqê êrişê zarokên me dike. Hikûmet li hember vê bedeng e. Li gel bedengiye jî şehîde me nadin me. Zarokên me ji hêla wan ve hatine girtin. Divê girtiyên me serbest berdin û cenazeyê şehîdên me bidin me."
 
Niam Bedel jî lîstokên li ser Şengalê û desteserkirina cenazeyê rawestiya û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Tu zagon li gel hikûmeta Iraqê nîne. Heke hebûya dê şehîdên destêser nedikirin. Em weke bi zelalî dibêjin heke şehîdên me nedin pewîste em şer bikin. Bila her kes bizane ku Şengal ne Şengala berê ye. Me çawa hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe da em ê hemberî hemû cureyên erîşan li ber xwe bidin. Weke dayik çi pewîst be em e bikin û em ê li ber xwe bidin.”