'Bi rêya perwerdeyê di civakê de guhertin çêdibe'

  • 09:07 17 Mijdar 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Mêrên ku tevlî perwerdeya xweser a birdozî bûne di derbarê perwerdeyê de wiha gotin: "Piştî em derbasî perwerdeya birdozî  bûn  maf, hebûn, nasname û rastiya jinê me nas kir. Em rexnedayîna xwe li hember bindestiya jinê ku ji aliyê zihniyeta mêran ve tê meşandin, didin." 
 
Komîteya Jinê ya Meclîsa Kantona Efrînê dewreya duyem a perwedreya mêran a bi navê Şehîd Zehra,  di 24'ê Cotmehê de da destpêkirin û 10 rojan dom kir. 21 endam, rêveber û hevserokên mêr tevlî perwerdeyê bûn. Di perwerdeyê de waneyên mîna Jineolojî, Dîroka Jinê, Girîngiya Perwerdeyê, rehendên Kongreya Star û zagonên jinê ji aliyê komîsyonên jinê ve hate dayîn. Di derbarê girîngiya perwerdeya komîsyonê, mêrên beşdarî perwerdeyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Bi rêya perwerdeyê di civakê de guhertin çêdibe'
 
Ji Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê, Zelox Reşîd ku wane dida dewreya mêran di derbarê girîngiya beşdarbûna mêran a perwerdeyê de wiha got: "Em wek komîsyonê tevlî perwerdeya mêran bûn û perwerdeyên mîna zagon, dîrok û zanista jinê hat dayîn.  Me xwest di vê perwerdeyê de zagona jinê ji mêran re şîrove bikin. Perwerdeyên ku hatine dayîn, heta astekê di zihniyeta mêran de bandorek erênî çêkir. Nîqaş, dan û stendina bi mêran re di vê dewreyê de derketin pêş û di encamê de derket holê ku êdî mêr dixwazin rastiya jinê ji nêz ve nas bikin. Ev cihê kêyfxweşiyê ye ku mêr êdî zagon û mafê jinê nas dike û qebûl dike. Bi rêya perwerdeyê guhertin û vehuhertin di civakê de çêdibe. Em bi hêvî ne ku bi perwerdeyên bi vî rengî hîn zêdetir rastiya jinê bi civakê bidin nasîn." 
 
'Rexnedayîna xwe li hember jinê didin'
 
Cîgirê Hevserokê Meclîsa Navçeya Ehdasê ya Şehbayê, Ednan Hisên ku cara yekem tevlî perwerdeya birdozî ya mêr bûye wiha got: "Ez beşdarî gelek perwerdeyan bûme,  lê ev cara yekem e ku beşdarî perwerdeya girtî ya 10 rojan a mêr dibim. Ev cihê serkeftin û kêfxweşiyê ye. Perwerdeya me ji bo naskirina heqîqet û dîroka jinê ya ku her koletî û bindestî li ser hatiye ferzkirin. Komisyon giştî jin bûn ji me re dîroka jinê şîrove dikirin. Em wek mêr rexnedayina xwe li hember jinan didin, ji ber jin herdem bi destên mêr hatiye kolekirin. Her wiha jin ji aliyê hêzên desthilatdar ve wek amûr hatiye bikaranîn. Pêwist e her mêrek di perwerdeyên bi vî rengî derbas bibe da ku rastiya jinê û girîngiya hebûna wê ji nêz ve nas bike."
 
'Em dixwazin jinên Şehbayê bigihêjin azadî û mafên xwe'
 
Hevserokê Komîna Gundê Nêrebiyê ya Şehbayê, Mihemed Miho ku ji niştecihên Şehbayê ye wiha pêwîstiya perwerdeyê ya di jiyanê de anî ziman û got: "Ez cara ewil e beşdarî perwerdeya girtî, bi zaravayî kurdî dibim û ev yek cihê morelê ye. Me di perwerdeyê de mafê jinê yê ku ji aliyê mêran ve hatiye stendin nas kir. Weke şêniyên Şehbayê me digot jin tenê ji bo karê malê ye, lê piştî naskirina fikir û ramanê Rêber Apo em ketin wê ferqê ku jin dikare cihê xwe di hemû qadên jiyanê de bigire. Em niha dixwazin jinên Şehbayê bigihêjin azadî û mafê xwe. Daxwaza min ji mêran ew e ku bila tevlî perwerdeyên birdozî bibin da ku maf û hebûna jinê ji nêz ve nas bikin."