‘Jinên ciwan bi rêxistinbûnê dê xwe biparêzin’

  • 09:06 17 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Ekîn Taş bal kişand ser xebatên kampanyaya “Rabe ser piyan” û got: “Di encama xebatan de refleksên erênî derketin holê û em ê li dijî polîtîkayên şer ên taybet xwebirêxistin bikin, têkoşîna xwe mezin bikin û xwe biparêzin.”
 
Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Rojat Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê re Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li qadan çalakiyên xwe li dar dixin û balê dikişînin ser kuştin, şîdet taciz, tecawiza li hemberî jinan. Jin îsal bi kampanyaya “Em xwe diparêzin” ya TJA’yê dadikevin qadan. Jin ligel zext û zordariyan di têkoşîna xwe de bi israr in. Ligel TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê jî di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê de, di 22’yê tîrmehê de, starta kampanyaya “Rabe Ser Piyan” dabû destpêkirin. Jinên ciwan hewl didin ku li herêmê xwe bighînin ciwanan û li dijî polîtîkayên şer ên taybet xetek têkoşîne ava bikin. Derbarê xebatan de endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Ekîn Taş ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya kampanyayê.
 
‘Me ji gel daxwaz û refleksên baş girtin’
 
Ekîn di destpêka axaftina xwe de behsa xebatên kampanyaya ciwanan kir û got: “Me di meha tîrmehê de wek Meclîsên Ciwan ên HDP’ê kampanyaya ‘Rabe Ser Piyan’ da destpêkirin. Demên peşîn ji bo vê kampayayê me 3 meh dabû pêşiya xwe. Xebatên me ji hêla gel ve hat ecibandin û me jî dema kampanyaya xwe dirêj kir. Di destpêka kampanyayê de em li ser bûyerên tacîz û tecawizê rawestiyan, ji ber ku her roj bûyerên bi vî rengî zêde dibin. Li gel van em li ser pirsgirêkên bêkarî, aborî û perwerdehiyê jî sekinîn. Xebat û bernameyên me bi taybetî li ser wan mijaran bû.”
 
‘Bernameyên cuda hatin lidarxistin’
 
Ekîn, diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo ciwanan civîn li dar xistine û wiha axivî: “Di çarçovay kampanyayê de me gelek bername û çalakî li dar xistin. Em çûn kargehan, me bernameyên geştê organîze kir û tura bi biskilêtê li dar xist. Me di çalakî û bernameyên xwe de pirsgirêkên ciwanan guhdar kir, ji bo çareseriyên pirgirêkan me pêşniyar û nêrînên ciwanan girt. Her wiha di çarçoveya kampanyayê de me sînevîzyonên cihêreng nîşan da.
 
‘Polîtîkayên dewletê dê bi xweparastinê têk biçin’
 
Ekînê bal kişand ser xebatên li dijî polîtîkayên şer ên taybet a dewletê ya ku li Kurdistanê tê meşandin û wiha bi lêv kir: “Di vê xetê de mijara ku herî zêde em li ser sekinîn hişyarkirina gel a li hemberî polîtîkayên şer ên taybet a dewletê ya ku li Kurdistanê dide meşandin bû. Me çarçoveya kampanyaya xwe berfireh girt dest û me jin, xort tevlî xebatên xwe kir. Di civînên ciwanan de em li ser mijarên hişbir û fihûşê hûr bûn. Her wiha li dijî hişbir û dejenerekirinê xebatên taybet me da meşandin. Di vê çarçoveyê de me bi malbatan re hevdîtin pêk anîn. Me li qadan derbarê tecrîd û rewşa girtîgehan de xebatên agahdarkirinê dan meşandin. Li ser medyaya civakî jî me bi awayekî çalak xwe gihand gel. Ev pêngava ciwanan pêngaveke xweparastinê ye. Em di vê hişyarî û baweriyê de ne ku polîtîkaya şerê taybet a ku dewlet dimeşîne dê bi xweparastinê têk biçe.”
 
‘Ji bo xurtkirina têkoşînê em bi jinan re civiyan’
 
Ekîn destnîşan kir ku di kampanyayê de jin rolek mezin girt ser xwe û bi pêşengiya jinan ev pêngav hat avêtin û wiha axaftina xwe domand: “Dewlet bi polîtîkayên taybet ên şer jinê hedef digire û li hemberî jinan polîtîkayên tunekirina nirxên exlaqî dide meşandin. Tacîz û destdirêjî her tim wek alavekî ji aliyê serdestan ve tên bikaranîn. Di salên dawiyê de bêtir bûyerên taciz û tecawizê zêde bûn, ev tişt jî bû sedem ku em bêtir têbikoşîn û dengê xwe bilind bikin. Ji bo xurtkirina têkoşînê em bi jinan re civiyan. Herî dawiyê me di bûyerên destdirêjiyê yên Êlih û Şirnexê de dît ku dewlet faîl bêceza dihele û ev tişt jî dibe sedema zêdebûna bûyeran.  Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), di meha cotmehê de 29 jin hatin kuştin. Di vê kampanyayê de me dît ku divê jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin.”
 
‘Li hemberî tundiya dewletê ciwan xwe diparêzin’
 
Ekîn derbarê girtin û binçavkirinên ciwanan de nezarîbûnên xwe wiha anî ziman: “Dema ciwan li qadan xebatên xwe dikin gelek caran rastî tundiya dewletê tên. Gelek hevalên me ji aliyê polîsan ve hatin revandin û lidijî qanûnan hatin binçavkirin.  Ev nîşan dide ku dewlet ji ciwanan ditirse û dixwaze ciwanan bi girtin û binçavkirinan ji çalakbûyînê dûr bixwe. Ciwan dê li hemberî hemû zext û zordariya dewletê tu carî paşve gav navêje û her tim dê têbikoşe. Xweparastina me bingeha birexistinîbûna me ye. Birêxistinbûn hêza çareseriyê di nav xwe de dihewîne. Ji bo vê divê ciwan zêdetir çalak bin û têkoşîn û xebatên xwe mezin bikin.”
 
‘Em ê li qadan têkoşîna xwe mezin bikin’
 
Ekîn di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li ciwanan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bangawaziya min ji bo hemû ciwanan ew e ku em çiqas wêrek bin, em ê ewqas hebûna xwe nîşan bidin. Em bang li hemû jinên ciwanan dikin ku tevlî xebatên me bibin û xwe di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê birêxistin bikin.  bibin û xwe birêxistin bikin em wan vedixwînin Meclîsên Ciwan ên HDP’ê. Em ê bi dirûşma ‘Pêvegirê bide, bila azad bibe, em li vir in, em ê biguherînin” li qadan têbikoşîn.”