HDP li Amedê çû serdana esnafan
- 15:43 16 Mijdar 2020
- Rojane
AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi minasebeta yekitiya neteweyî dê 18’ê mijdarê de daxuyaniyek bide û ji bo daxuyaniyê li taxa Şehîdlikê çûn serdan esnafan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, di 18'e mijdarê de bi minasebeta yekitiya neteweyî dê daxuyaniyek bide. HDP'yî ji bo daxuyaniyê li taxa Şehîdlik a Yenîşehîra Amedê çû serdana esnafan.
Hevseroka Yenîşehirê Remziye Sizici, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û Rêxistina HDP’ê yê navçeya Yenîşehîrê tevlî xebatê bûn.