'Yekitiya kurdan dê ji bo Rojhilata Navîn jî aramiyê bîne'

  • 09:07 16 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Rêvebera MEBYA-DER'ê Meryem Soylu got bal kişand ser girîngya yekitiya Gelê Kurd û got: "Heke îro em yekitiya xwe ava bikin. Em ê bibin hêzek cîhanî. Wê demê tu kes nikare li pêşiya kurdan bisekine." Dayika Aştiyê Hedle Ogur jî anî ziman ku dijminên kurdan yek in û divê li hemberî vê kurd xwedî li hev derkevin.
 
Bertek û nerazîbûnên li ser rageşiya li Herêma Kurdistanê didomin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê Gelê Kurd, ji bo ku şerekî navxweyî dernekeve meş û çalakiyan li dar dixin.  Her wiha demeke dirêj e ku bangawaziya lidarxistina kongreya neteweyî tê kirin û daxwaz tê kirin ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê(PDK) beşdarî vê kongreyê bibe.Rêvebera MEBYA-DER'ê Meryem Soylu û ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hedle Ogur banga yekitiyê li partî û rêxistinên kurd kirin.
 
'Em ê destkeftiyên xwe biparêzin'
 
Ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rêhayê Hedle Ogur diyar kir ku dijminê kurdan yek in û axivî: “ Em naxwazin xwîna kurda bê rijandin. Ji xeynî kurdan dostên wan tune ne. Bila Barzanî jî dev ji gotinên şerxwaz berde. Çima deste xwe dide destê dijmin. Ma qey dijminê kurdan ne yek in ku em nikarin li gel hev bibin yek. Divê ji bo destkeftiyên xwe û berjewendiyên gel, xwedî li hev derkevin. Jixwe em di hedefe hemû cîhanê de ne. Hemû cîhan li ser kurdan lîstikên xwe dilîze. Dijminên me li hemberê me dikarin bibin yek lê em hêj nikarin li hemberê dijmin yekitiya xwe ava bikin. Em di vê rewşê de mecburin ku bibin yek." 
 
'Divê Barzanî neyê listikan'
 
Rêvebera Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) Meryem Soylu jî destîşan kir ku dewleta Tirk tu carî ji kurdan re nebûye dost û got: “Pêwiste ku mijara hevkujiyê di nav kurdan de dernekeve pêş. Tu feydeya wê tune ye. Tenê parçekirina kurdan e. Bila PDK neyê listîkên dewleta tirk. Ji bo ku dewleta tirk êrîşê bike tenê kurdbûn bes e. Bila gelê me bi van tiştan neyê xapandin. Cerîbandinên me yên girîng ji dîrokê hene. Di destpêka komara Tirkiye de heta îro dewleta tirk her cûreyên êrîşan li ser kurdan ceribandiye û hê jî êrîşên xwe berdewam dike. Ji bo ku serdestiya xwe ya li ser kurdan nîşan bide û  xaka kurdan bidest bixe, êrîşên xwe bênavber dimeşîne.”
 
'Di çavê dijmin de hemu kurd yekin'
 
Meryemê got ku dewleta tirk îro bi hemû alavên xwe êrîşê kurdan dike, Barzanî jî ji listik û êrîşên dewleta tirk re dibe hevkar û wiha berdewam kir : "Em tu carî seknekê wiha qirêj qebûl nakin. Bila Barzanî ji vê şerm bike. Em dîsa bang dikin ku bila pêşiya komkujiya kurdan venekin. Dem dema yekitiyê ye. Ji bo dewleta tirk tu cuhdahî di navbera kurdan de tune ye. Di encamê de ew dijmin e û armaca wan qirkirina kurdan e. Qazî Mihemed kê qetîl kir? Şêx Seîd, Seyîd Riza kê qetîl kir? Ma ne dewletên ku axa kurdan dagir kirine kirin. Heke em dîrokê bidin pêş çavên xwe em ê vê rastiyê bibînin. Ji bo ku rastiya Dewleta Tirk bê fêmkirin ne hewce ye ku em ewqas bifikirin." 
 
'Yekitiya kurdan wê aramiyê bîne Rojhilata Navîn'
 
Meryem ji bo pêkanîna yekitiyê bang kir û wiha axivî:"Li ku derê kurd hebin divê deste xwe bidin hevdu. Wekî gotina Cigerxwîn ku dibêje  ' Heke em nebin yek em herin yek bi yek'. Heke îro em yekitiya xwe ava bikin. Em ê bibin hêzek cîhanî. Wê demê tu kes nikare li pêşiya kurdan bisekine. Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê yekitî pêwist e. Ne tenê ji bo gelê kurd. Di heman demê de aramiya gelên Rojhilata Navîn jî pêk tîne. Îro serokê me ne tenê ji bo kurdan, ji bo Rojhilatla Navîn jî wekî serok tê dîtin."