'Daxwaza me vegera koçberan a ser axa wan e'

  • 09:03 16 Mijdar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Rêvebera Kampa Koçberan a Serêkaniyê Nesrîn Sîno bi hatina demsala zivistanê re, rewşa kampê nirxand. Nesrînê da xuyakirin ku pêwîst e rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe ya exlaqî rabin û alîkariya koçberan bikin.
 
Kampa Koçberan a Serêkaniyê di 8'ê Tebaxa îsal de, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate vekirin. Hejmara koçberên Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê ku di kampê de cih digrin zêdetirî 55 hezar û 72 kes ye. Di kampê de komun hatine avakirin û li gorî wê koçber xwe bi rêxistin dikin. Derbarê zehmetiyên ku wê koçber di demsala zivistanê de bijîn, Rêvebera kampê Nesrîn Sîno axivî.
 
'Em koçberan ji dibistanan derbasî kampê dikin'
 
Nesrînê bal kişand ser rewşa koçberan û got:"Gava yekemîn em dibistanên li Hesekê û Til Temirê ji koçberan vala dikin û wan derbasî kampê dikin. Heta niha tu rêxistinên alîkariyê serdana kampê nekirine û alîkarî nedane. Ji ber wê jî barê  Rêveberiya Xweser pir giran e."
 
'Zivistan ji bo koçberan dijwar e'
 
Nesrînê bal kişand ser hatina demsala zivistanê, zahmetiya wê ji bo koçberan û wiha berdewam kir: "Zivistan ji bo koçberan pir zehmet e.  Ji bo wê em bi gelek rêxistinên alîkariyê re rûniştin û me pêdiviyên koçberan ji wan re gotin.  Lê em  hîn li bende bersiva wanin."
 
'Em ê di dema pêş de dema pêş saziyên tendirustiyê vekin'
 
Nesrînê da xuyakirin ku ji ber kamp nû hatiye avakirin saziyên tendrustiyê li kampê tune ne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji ber ku kamp nû hatiye vekirin û hejmara koçberan lê pir e, tenê saziyeke Heyva Sor a Kurd heye, lê ew jî 24 saetan ne vekirî ye. Di dema pêş de em ê vê pirsgirêka koçberan jî çareser bikin û em ê ji bo wan saziyên tendirustiyê yên nû vekin."
 
'Divê rêxistinên mafên mirovan alikariya koçberan bikin'
 
Nesrînê bang li rêxistinên mafên mirovan jî  kir û ev tişt got:"Bi sedan zarok li kampê hene û gelek ji wan jî temenê wan biçûk in û hîn li ser şîr in. Ji bo wê pêwîst e ku rêxistinên alîkariyê berê xwe bidin kampê û erka xwe ya exlaqî û mirovî pêk bînin û xwe bi aliyên siyasî ve girênedin."
 
'Daxwaza me vegera koçberan a ser axa wan e'
 
Nesrînê wiha dawî li gotina xwe anî: "Em wekî Rêveberiya Kampa Serê Kaniyê, dibêjin ku wê koçbe di zivistanêde pir zehmetiyan bikşînin.  Ji ber wê em bang dikin ku dewleta tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî derkevin ku şêniyên wê yên resen vegerin ser axa xwe."