Ji bo bîranîna Hevrîn Xelef li Kobanê gulên Yasmîn hatin çandin

  • 14:06 15 Mijdar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên ji Kobanê bi munasebeta rojbûna Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku ji aliyê komên girêdayî dewletatirk ve hat qetilkirin, gulên Yasmîn çandin.
 
Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve bi awayekî hovane hat qetilkirin. Bi boneya rojbûna wê ya 37'emîn, jinên ji Kobanê gulên Yasmîn ku sembola aştiyê ne, li goristana şehîd Dicle çandin.