Dayikên Şemiyê: Heta edalet pêk were dê têbikoşin

  • 14:09 14 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL- Ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin Dayikên Şemiyê vê heftê jî ji ber vîrûsa koronayê li ser medya civakî çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Abdulkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ên 25 sal berê di binçavan de hatin windakirin pirsîn. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 816’an de ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabên medya civakî çalakiya heftane li dar xistin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Abdulkerîm (Şemsettîn) Yûrtseven (73), Mîkdat Ozeken (18) û Munur Saritaş (13) ên di 27’ê cotmeha 1995’an de di binçavan de hatin windakirin pirsîn.
 
Di çalakiyê de ewilî neviyê Şemettîn Yûrtseven, Emrah Yûrtseven axivî û diyar kir ku gundê wan di sala 1995’an de ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin û wiha axivî: “Her kesî li meydana gund kom kirin. Kalikê min ê nikaribû birêve biçûya jî birin û êşkence lê kirin û wî binçav kirin. Wî li panzêrê siwar kirin û birin navenda Geverê. Bavê min û apên min li pey wan çûn qereqolê. Lê leşkeran got kesek wisa li qereqolê tune ye. Pişt re serî li dozgeriyê dan. Dozger jî got kesek wiha nîne. Li ser vê yekê doz vekirin. Lê bele dosye ji ber kêmbûna delîlan girtin. Me di sala 2005’an veguhezand DMME’yê. Dadgehê me mafdar dît û hikumeta AKP’ê mehkûr kir. Hêj gora kalê min nîne. Em hêj li kalikê min digerin. Em tu demê bêzar nebûn û em ê bêzar nebin. Em ê her li kalikê min bigerin.”
 
Pişt re bavê Munur Saritaş, Şukru Saritaş jî axivî û destnîşan kir ku leşkeran bi ser gundê wan de girtiye û êkence li gelek kesan kirine. Şukru Saritaş anî ziman ku Şemsettîn Yûrtseven bi êşkenceyê hatiye qetilkirin û windakirin got: “Her du zarokan jî li qûlûbeya kuçikan ragirtine. Pişt re berêvarek zarokan birine qûlûbeya gulebaranê û wan li wir kuştine. Pişt re wan şewitandine û veşartine.”
  
Ji parêzerên doza welatiyan Jiyan Tosûn jî destnîşan kir ku di doznameya Serdozgeriya Colemêrgê ku di sala 1997’an de amade kiriye hatiye gotin ku Şemsettîn  û her du welatî bi îşkenceyê û gulebaranê hatine qetilkirin. Jiyan got tevî vê yekê jî tu encam ji doza her sê welatiyan derneketiye.
  
Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Ozlem Eser xwend û behsa serpêhatiya windakirina her sê welatiyan kir û di çîrokê de got fermana windakirinê serfermandarê qereqolê daye. Ozlem anî ziman ku welatî Şemsettîn Yûrtseven bi pihînan hatiye qetilkirin û her du zarokan jî dane ber guleyan ew kuştine, şewitandine û wan di çalê de veşartine. Ozlem destnîşan kir ku ji doza welatiyan tu encam derneketiye û heta edalet pêk were wê têbikoşin û dev ji xwesteka edaleta bo tevahiya windayan bernedin.