Malbat cenazeyên zarokên xwe dixwazin

  • 13:43 13 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - MEBYA - DER'ê derbarê cenazeya Cemal Çelîk ku ji sala 2017’an vir de li goristana bêkesan hatiye definkirin û nadin malbatê daxuyaniyek da û got: “Ew dixwazin bi nedayîna cenazeyan êşa malbatan zêdetir bikin. Lê malbat dê her tim şopdarên rêya zarokên xwe bin.”
 
Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER) di hefteya 6’emîn de ji bo nedayîna cenazeya Cemal Çelîk ê HPG’yî ku sala 2014’an de tevlî HPG’ê bûye û 18-28’ê nîsana  2017’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye,  li Goristana Bêkesan a Yenîkoyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag ve hat xwendin.
 
'Dixwazin bi nirxên wan bilîzin’
 
Şehmûs, diyar kir ku helwest û tevgera ku pergal nîşan dide bêhiqûqî û li dijî mirovahiyê ye û got: “Malbata Cemal Çelîk 2017’an de ji bo cenazeya xwe bigrin serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê da lê encamek negirtin. Di 2’yê sibata 2020’an de dayika Cemal Çelîk dîsa ji bo teşhîsa cenazeya kurê xwe serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê da û testa DNA’yê kir. Piştî 7 mehan parêzer dayika Cemal Çelîk agahdar kir û got encama DNA’yê negatîf e. Malbat dizane ku cenaze destê wan de ye. Bêhiqûqî li ser cenazeyan tên kirin. Bi vê tiştî dixwazin êşa malbatan zêde bikin û bi nirxên wan bilîzin.”
 
‘Tişta tê kirin ji hêla mirovahî, dînî û siyasî ve bêhiqûqiyek mezin e’
 
Şeyhmûs, li dijî polîtîkayên dewletê ku li ser cenazeyan dimeşîne nerazîbûn nîşan da û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Dewlet beyî ku malbatan agahdar bike cenazeyan dibin goristana bêkesan û hiltînin. Ev tişt ji hêla mirovahî, dînî û siyasî ve bêhiqûqiyek mezin e û nayê qebûlkirin. Malbat dibê heta em hestiyên xwe, cenazeyê xwe negrin em vê doza xwe bernadin.”
 
‘Çi dibe bila bibe em ê şopdarên rêya wan bin’
 
Şeyhmûs, di dawiya axaftina xwe de bang li berpirsan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang dikin bila cenazeyan malbatan teslîmî malbatan bikin. Bila destê xwe yê qirêj ji ser cenazeyên malbatan bikşînin. Çi dibe bila bibe em ê şopdarên rêya wan bin. Ji bo serlêdanan em wek MEBYA-DER’ê dê her tim alîkarî wan malbatan bin.”