Dayikên pakrewanan ji bo aştî û yekîtiyê bang kirin

  • 13:17 13 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Dayikên pakrewanên azadiyê yên Kantona Efrînê helwestên xwe li hember êrîşên PDK'ê nîşan dan.
 
Ji bo şermezarkirina êrîşên PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê dayikên cangoriyên azadiyê yên Kantona Efrînê helwesta xwe nîşan dan û bang ji bo rawestandina şerê birakujiyê kirin. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan li Gundê Til Qirahê yê Şehbayê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hemû dayik bi laçikên spî bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê dayika pakrewanan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn, Hacer Miho ve hat dayîn.
 
'Divê dayikên Başûr rabin ser piyan'
 
Hacerê li ser navê dayikan êrîşên PDK'ê li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Bes e ji şerê birakujî re. Em daxwaza şer û pevçûnan tu carî nakin. Divê PDK çavên xwe ji pilan û daxwazên dijmin veke û têkeve wê ferqê ku dewleta tirk dixwaze bi destên kurdan qetilaman çêbike. Ger PDK bi kurdî bang dike divê li gor kurdiyetiyê tev bigere û erkên ku dikeve ser milên wan ya parastina Gelê Kurd pêk bînin. Em tucarî pilan û daxwazên dijmin qebûl nakin. Divê tevahî dayik û bi taybet dayikên Başûr rabin ser piyan û li hember şerê birakujiyê helwestên xwe nîşan bidin. "
 
'Em nahêlin dewleta tirk yekîtiya me tune bike'
 
Hacerê li ser navê dayikên pakrewanan bang li yekîtiyê kir û wiha pê de çû: "Em ji bo pêkanîna yekîtiya kurdan tev digerin. Her kurdek li ku dibe bila bibe divê destên xwe bikin yek û li dijî dijmin yekîtiya xwe ava bikin. Em nahêlin dijmin me ji xwe re bike lîstok û şerê xwe bi me bide avakirin. Em ê xwedî li xwîna pakerewanên xwe derbikevin û nehêlin ku dewleta tirk a dagirker yekîtiya me tune bike."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî yekîtiya Gelê Kurd" û "Bimire îxanet" bi dawî bû.