Jinan li Mêrsîne civiyan

  • 12:59 13 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRSÎN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û aktîvîstên TJA'yê di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparezin" de li Mêrsînê bi jinan re civiyan. 
 
Xebatên kampanyaya "Em xwe diparêzin" didomin. Di çarçoveya kampanyayê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê bi jinan re civiyan û bi hev re taştê kirin. Jinan di taştê de li ser girîngiya 25'ê Mijdarê rawestiyan.
 
Jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Em xwe diparêzin” dawî li bernameya xwe anîn.