Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin

  • 11:10 13 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi boneya hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî, bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê dan. 
 
Malbata Abdullah Ocalan herî dawiyê piştî 21 salan, di 27’ê nîsanê de cara yekem bi telefonê hevdîtin pêk anîbûn. Hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan yekemîn car hat bikaranîn, di 7'ê îlonê de ji bo 6 mehan hat qedexekirin.