Ji rewşenbîrên kurd bang: Şerê navxweyî tofan e, aştiya navxweyî azadî ye

  • 10:45 13 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hezar û 56 rewşenbîrên kurd bi danezaneke hevpar dan û banga diyalogê kirin û gotin: "Em bang li hemû kurdên li welat û yên li diasporayê û raya giştî kurdan jî dikin, ku şûna pêvajoyê temaşe bikin, bila înîsiyatifê hilgirin û dest bavêjin vê pêvajoyê!
 
Geşedanên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê di nava kurdan de bû fikarek mezin û derbarê mijarê de gelek bangewazî hatin kirin. Herî dawiyê jî hezar û 56 akademîsyen, hunermend, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, bijîşk, hiqûqnas, pêşengên bawerî û qenaetên ji çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat danezaneke hevpar weşandin.
 
Danezana ku bi sernavê "Şerê navxweyî tofan e, aştiya navxweyî azadî ye" hate weşandin û wiha hat gotin: "Di van rojên dawî de, bilindbûna rakêşa navbêra PKK û PDK'ê ya bi awayekî xeter, di nava kurdan da rê li metirsiyên kûr vedike. Encamên vê ew ê bandora xwe li hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike û ev dibe pirsgrêkek neteweyî û herêmî.
 
Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin de, ji bo kurd di welatê xwe de bibe xwedanê mafê jiyana azad, em bawer dikin ku li ser armanc û stratejiyek hevpar hemû partî, rêxistin û hêzên leşkerî yên kurdan werin cem hev ew ê pêk bê. Lewma hemû kurdên li welat û yên li diasporayê, dixwazin bi rêya diyalogê pirsgrêkên navbêna partî û hêzên kurdan werin çareserkirin û di vê çarçovê de em her kesî vedixwînin ku bi berpirsiyarî tevbigerin.
 
Em rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û nivîskarên kurd ên îmzeyên me hene, naxwazin weke temaşevan rawestin li hemberê vê rêveçûna xeter a navenda wê başûrê Kurdistanê ye, em ji bo diyalogek avaker û hevkarî û piştgriya navxweyî, hemû aliyên têkildar vedixwînin hewldanê û xîretê.
 
Dîtina me ew e ku pêkhatina şerekî navxweyî, ji kurdan re ji bilî tofanê tiştekî nayne û piştî 100 salî ev derfetên dîrokî ku derketibûn holê ew ê heba bibin. Gelek aşkere ye ku şerê navxweyî yê kurdan, di serî de ji dewleta tirkan, ew ê bibe xizmet ji neyarên kurdan re. Dewleta tirka, bi 'qirkirina kurdan bi kurdan' ve, dixwaze ji qeyrana xwe ya netew-dewlet rizgar bibe û bi vêna re di heman demê de stratejiya xwe ya dagirkirina Kurdistanê pêk tîne.
 
Ji aliyê din ve, di pêvajoya ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn de, tasfiyekirina siyaseta kurdan a ku xurt bûye û her wiha bê statuhiştina kurdan, ji xwe re kiriye armanc.
 
Ji bo pêşîgirtina vê rêvçûna xeter, em bang li hemû kurdên li welat û yên li diasporayê û raya giştî kurdan jî dikin, ku şûna pêvajoyê temaşe bikin, bila înîsiyatifê hilgirin û dest bavêjin vê pêvajoyê!"