Şandeya Jinên Êzidî ya Bexdayê: Divê xweseriya Şengalê bê nasîn

  • 09:24 13 Mijdar 2020
  • Rojane
Almaz Nayîf - Şaristan Mahir
 
ŞENGAL- Riham Hisen û Sara Şengalî di Şandeya Jinan a Êzidiyan a Bexdayê de cih girtin û bi giştî li Bexdayê tevlî 9 hevdîtinan bûn. Riham û Sara, diyar kirin ku êdî jin temsîliya civaka xwe dikin û gotin: “Me daxwazên civaka êzidî û dayikên êzidî di hevdîtinan de anîn ziman. Em hewl didin ku êdî xweseriya Şengalê bê nasîn.”
 
piştî peymana 9 cotmehe di navbera Bexda û Hewler li ser Şengalê hate îmze kirin gelê Ezidî li hember vê biryare bertek nîşandan û ketin tevgere. Bi taybet jî gelê Ezidî yên li Şengale dijîn bi tundî li hember vê biryare derketin.
 
Derbarê Şengalê de di 9’ê cotmehê de di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de hevpeymanek hat îmzekirin. Bertek û nêrazîbûnên peymanê hêj jî didomin. Jinên êzidî şandeyek avakirin û li Silêmanî û Bexdayê bi sazî, rêxistin û rayedarên dewletê re dest bi hevdîtinan kirin. Şandeya Jinên Êzidî ya ku berê xwe da Bexdayê 9 hevdîtin pêk anîn. Jinên ku bi parlamenterên Iraqî û sazî û dezgehên sivîl re hevdîtin pêk anîn daxwazên xwe xwe anîn ziman. Mamoste Riham Hisen û endama Kordinasyona Ciwanên Êzidî Sara Şengalî di Şandeya Jinan a Êzidî ya Bexdayê de cih girtin. Derbarê rewşa dawî û hevdîtinên ku pêk hatî de ji ajansa me re axifîn.
 
‘Jinan temsîliyeta civaka xwe kirin’
 
Riham di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser avakirina Şandeya Jinên Êzidî ya Bexdayê û got: “Piştî fermanê cara yekem jin temsîliyeta civaka êzidiyan kir û berê xwe da Bexdayê. Jinan xwest ku bibin dengê hemû jinên Şengalê. Di hevdîtinan de jinan hewl da ku jinên êzidî bidin nasîn û daxwazên wan binîn ziman. Lê divê bê zanîn ku jinên êzidî ne wekî bere ne. Êdî jin û civaka êzidî xwe di her qadan de xwe birêxistin kiriye. Wekî YBŞ/YJŞ’ê û asayişa me bi heza me hatiye avakirin. Civak xwe rêxistin kiriye. Ji ber vê sedemê jî em dibêjin ku şêniyên li Şengalê dikarin biryarên xwe bigirin.
 
‘6 salê me bi berxwedanê derbas bû’
 
Riham, di axaftina xwe de wiha behsa fermana 3’yê Tebaxa 2014’an kir: “Kesên ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de me bi qirkirine re rûbirû hiştin, bûn alîkarê DAÎŞ’e û axa me firotin nikarin derbarê me de biryaran bigirin. Em tu carî wî tiştî qebûl nakin. Ji derveyî îradeya me tifaqeq bê avakirin jî em qebûl nakin. 6 salê me bi berxwedanê derbas bû û bi xwîna şehidan me axa rizgar kir. Piştî 6 sal şûnde niha jî dixwazin vegerin û li ser keda şehidên me rûnên. Tenê bi jinan jî ma be em vê tiştî qebûl nakin. Edî zarokên gelê parastina ax û gelê xwe dike.”
 
‘Ne Bexda û ne jî Hewlêr parastina me kir’
 
Riham, destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê her tim li hemberî êrîşên li ser herêmê xwe bêdeng kirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Divê em bejin ne tenê peşmerge di heman demê de hikûmeta Iraqê jî civaka êzidiyan neparastiyê. Êrişê li ser me bi deste hikûmeta Iraqê pêk hat û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî parastina me nekir. Ev tişt tu carî ji aliyê êzidiyan ve nayên jibîrkirin. Niha jî bi heman hevkariyê derbarê me de biryaran digirin. Lê divê ji bîr nekin ku em tu carî şehid û keda şehidên xwe ji bîr nakin.”
 
‘Bila piştgiriyê bidin xweseriya Şengalê’
 
Riham Hisen, destnîşan kir ku bi fikre azadiyê jiyanek nû hat avakirin û rêxistin hatin avakirin û wiha behsa hevdîtinên ku li Bexdayê hatî kirin kir: “Hevdîtinên me li ser 3 xalan pek hat. Yek ji wan qebûl nekirina biryara ku li ser Şengale hatiye girtin, biryarên ku bê vîna êzidiyan hatî girtin, mafên esîran û naskirina xweseriya Şengalê bû. Êsirên ku hatine rizgarkirin ji hêla Iraqê ve tên rawestandin û bere wan didin derveyî welat. Me di hevdînên xwe de qala fikarên xwe ya hevpeyamanê jî kir û me ji wan re got amadekariya fermanek din tê kirin. Cara din bi deste DAÎŞ’ê fermanek pêk hat, niha jî dixwazin bi valakirina Şengalê fermanek din pêk bînin. Her wiha ji bo me xala ku girîng jî naskirina Xweseriya Şengalê bû me li ser vê mijarê gelek nîqaş kirin. Me ji wan re got heke dixwazin alîkariyê bidin civaka me bila piştgiriyê bidin xweseriya Şengalê.”
 
‘Jin dê bi her awayî rol û mîsyona xwe bîne cih’
 
Riham, destnîşan kir ku nêzîkatiya li hemberî Şandeya Jinan a Êzidiyan girîng bû û bandora şandeyê li ser hevdîtinan pêk hat û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me gelek kesayetan re hevdîn pêk anîn lê tiştek balkêş bû agahiyan wan ji mijarê tunebûn. Ev tişt nîşan da biryar tenê ji aliyê Barzanî û Kazimî ve hatiye girtin û biryarên şexsî ne. Bi rêzdarî nêzî hevdîtinên me bûn gelek derdor. Ji bo me jî tişta herî girîng jî divê biryake wisa ji hêla tu kesan ve neyê qûlkirin. Lê civaka me bi tenê bimîne jî dê pêşî li êrîşan bigire û bi taybetî jî jin. Niha di nava civakê û raya giştî de rol û misyona jinên êzidî cuda ye û jin jî dê bêtir rol û mîsyona xwe li hemberî biryarên ku hatî girtin bilîze. Jinên êzidî dikare xwedî li civaka xwe derkeve. Heke îro jin ji bo mafê xwe têkoşînek nede, kesek ji bo mafê wê têkoşîn nade.”
 
‘Me li Bexdayê 9 hevdîtin pêk anî’
 
 Sara Şengalî jî di şandeyê de cih girt û wiha bal kişand ser hevdîtinên ku li Bexdayê pêk hatî: “Ez jî wekê jinek ciwan a êzidî di nava şandeyê de bûm. Cara yekem şandeyek ji jinên êzidî pêk hat û bere xwe da parlamentoya Iraqê, parlamenter û rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anîn. Ev tişt cihê kêyfxweşiyê ye. Jinên êzidî êdî dikarin bi vî rengî biçin Iraqê û hevdîtinan pêk bînin. Jixwe çûyina me ya Bexdayê diyar bû. Me bi rayedar û parlamenteran re hevdîtin pêk anî. Bi tevahî me li Bexdayê 9 hevdîtin pêk anîn.”
 
‘Bi taybetî biryar di 9’ê Cotmehê de hat girtin’
 
Sara, daxuyand ku di hevdîtinan de bi zelalî daxwazên êzidiyan hatin ziman û got: “Piştî 6 salan derbarê me de biryaran digirin û ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin. Kesên ku Şengal firotine nikarin bên Şengalê. Ev mijar di hevdîtinan de hatin nîqaşkirin û kesên ku me pêşwazî kirin piştgirî dan helwesta me. Kesên ku carek xayintî kiribe dikare carek din jî bike. Ev li hevkirin jî beşêk ji fermana 3’ye Tebaxa 2014’an e. Bi taybetî biryar di 9’ê cotmehê roja Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo ye û roja êrîşen li hemberî Serekanî yê ye. Ev biryara ser me jî beşêk ji wan planan pêk tê.”
 
‘Bi hezaran jinên êzidî di deste DAÎŞ’ê de ne’
 
Sara, diyar kir ku niha êzidî xwe birêxistin kirine û wiha bi lêv kir: “Êdî Şengal ne Şengala berê ye. Edî Şengal xwe bi rexistin kiriye û xwe bi rêve dibe. Edî cihe peşmergeyan li vir nîne. Ji ber ku hêza me YBŞ/YJŞ û Asayîşa Ezidxane heye. Bi taybetî jî yên xiyanet li me kiriye nikare bê me biparezê. Dewleta Iraqê bi xwe sînorên Şengalê diparezê û hezên wan taybet jî di Şengale de hene. Heşd-î Şabî jî di Şengale de heye. Tu cihe peşmergeyan li vir nîne. Piştî fermana êşa ku jin û civaka êzidî dîtiye naye jibîrkirin. Heta niha ji bi hezaran dayik û xwişkên me di destê DAÎŞ’e de mane. Bi hezaran zarokên me çarenûsa wan ne diyar e. Em weke jinên êzidî dibejin ku hêz û xweseriya Şengalê divê bê naskirin. Pewîste êzidî li hember van lîstokan şiyar be.”
 
‘Em hebûna peşmergeyan li Şengalê qebûl nakin’
 
Sara Şengalî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser armancên hevpeymanê û got: “Me di hevdîtinên xwe de bi zelalî anî ziman ku em tucarî hebûna peşmergeyan a li ser axa Şengalê qebûl nakin. Dayikên ku zarokên wan li Şengalê şehîd ketine soz dabûn zorakên xwe û gotibûn ‘Dê tu carî nahelin ku peşmerge bên li ser vê axê’.”