'Êrîşên li ser pergala hevserokatiyê li dijî hebûna jinê ye'

  • 09:12 13 Mijdar 2020
  • Rojane
Ferîda Zade
 
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê, Zelox Bekir di derbarê daxwaza ENKS'ê ya rakirina sîstema hevserokatiyê de wiha got: "Em ê daxwaza ENKS'ê ya li dijî pergala hevserokatiyê qebûl nekin. Em ê xwedî li encamên şoreşa xwe derbikevin û rê li pêşiya dewletên hegemonîk û bi taybet li pêşiya dewleta tirk venekin ku hebûna me ji holê rabikin."
 
Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek serhildanên gel li dijî sistemên desthilatdar pêş ketin. Gelê kurd ê ku bi hezaran salan di bin hikûmeta pergala desthildatdaran dijiyan, rabûn ser piyan û rêveberiya xwe ya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ava kir. Pêşengtiya vê şoreşe  jî jinê dikir. Di demên dawî de hevdîtinên kurdî- kurdî pêş diketin lê belê daxwaza ENKS'ê ya rakirina zimanê kurdî û pergala hevserokatiyê derket pêş. Li hember vê daxwazê gelek bertekên gel çêbûn. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê, Zelox Bekir nêrîna xwe parve kir. 
 
'Pergala Hevserokatiyê  xwe dispêre felsefeya Rêber Apo'
 
Zeloxê diyar kir ku pergala hevserokatiyê xwe dispêre fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Pergala hevserokatiyê xwe dispêrê fikir û felsefeya Rêber Apo. Ev pergal  ji bo vîna jinan hêzek bû da ku jin ji bin pergala baviksalarîyê rizgar bibe û hebûna xwe mayinde bike. Hebûn, maf, rol, reng û misyona jinê di hemû waran de jê hatibû standin, heta di nava malbatê de nedikarî nêrîna xwe parve bike. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, jinê karibû zincîra koletiyê bişkîne û rola xwe di hemû kar û xebatan de bileyîze. Mînaka vê jî pergala hevserokatiyê ye."
 
'Êrîşên li ser pergala hevserokatiyê li dijî hebûna jinê ye'
 
Zeloxê destnişîn kir ku êrîşên ku li ser pergala hevserokatiyê tê kirin di esasê de li dijî hebûna jinê ye û wiha domand: "Di pergala hevserokatiyê de jinê rolek sereke leyîst û bû pêşenga civaka xwe. Her wiha jinê bi pergala hevserokatiyê wekheviya di navbera mêr û jinê de bi xwe re anî. Ji ber wê ye ku pergala hevserokatiyê  her rastî gef û êrîşan tê. Êrîşên ku li ser pergala hevserokatiyê tê kirin di esasê de hebûna jinê armanc digire. Ev yek jî dide diyarkirin ku hebûna jinê di pergalên desthilatdar de nayê pejirandin. Lê jinên Rojava bi hemû pêkhateyam di warê leşkerî, siyasî, civakî, çandî, diplomasî û rêxistinî de hebûna xwe mayinde kir." 
 
'Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin'
 
Zeloxê teqez kir ku neqebûlkirina sîstema hevserokitiyê ya ji aliyê dewletên desthilatdar ve zihniyeta wan a desthilatdar diyar dike û got: "Neqebûlkirina sîstema hevserokitiyê ya ji aliyê dewletên desthilatdar ve zihniyeta wan a baviksalarî dide xuyakirin, loma daxwaza rakirina vê sîstemê dikin. Pergala hevseroktiyê zihniyeta desthilatdariyê qebûl nake û li dijberî wê hatiye avakirin. Dema pergala hevserokatiyê tê rûniştandin rola desthilatdariyê ji holê radibe. Me gelek bedelên giranbuha dan, ji bo wê em tucarî dev ji destkeftiyên xwe bernadin û em ê her li dijî desthiltdariyê têbikoşin." 
 
'Xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin'
 
Zeloxê bang li her jinekê kir ku xwedî li sîstema hevseroketiyê derbikevin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Banga me ji her jinekê re heye ku xwedî li pergala hevserokatiyê ku wekhevî di nava jin û mêr de dayî avakirin, derbikevin. Em ê xwedî li encamên şoreşa xwe derbikevin û rê li pêşiya dewletên hegemonîk û bi taybet li pêşiya dewleta tirk venekin ku hebûna me ji holê rabikin."