Jinên Dêrsimî ji bo 25'ê Midarê bang kirin

  • 09:10 13 Mijdar 2020
  • Rojane
 
 
Safiye Alagaş
 
DÊRSIM - Jinên Dêrsimî banga tevlibûna çalakiyên 25'ê Midarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li jinan kirin.
 
Li tevahiya Cîhanê jin amadekariya çalakiyên 25'ê Mijdar Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê dikin. Jinan diyar kirin ku ew ê heta 25'ê Mijdarê li qadan bin û di 25'ê Mijdarê de jî wê çalakiyên xwe yên Fînalê pêk bînin. Jinên Dêrsimî jî diyar kirin ku divê jin li dijî tundiyê li qadan bin.
 
'Ez ê li dijî tundiyê li qadan bim'
 
Guneş Dogan diyar kir ku xweza li ser wekheviyê ava bûye û got, "Li aliyekî desthilatdarî û li aliyê din jî hin kes ji bo daxwazeke wan a biçûk jî pêk bê tundiyê dibînin. Ev li dijî qanûnên xwezayê ye û nayê qebûlkirin.  Jin û mêr divê wekhev bin.  Çawa ku em dibêjin divê li darekê jî tundî neyê kirin divê li jiann jî neyê kirin.  Jin dixebite û di warê aborî de piştgiriyê dide malbata xwe lê dîsa jî rola wê naguhere. Ji xwedîkirina zarokan bigire hemû karên malê dîsa jiyn dikin. Ez li dijî tundiyê me.  Ji ber ku em jin in em herdem tên bêdengkirin. Tundiya li kesên ku ewqas hatine bêdengkirin nayê qebûlkirin û dijmirovî ye. Ez ê li dijî tundiyê li qadan bim. Ji ber ku ez jin im. Ji ber ku hevjînê min niha ne li vir e ez rehet diaxivim."
 
'Ez li dijî tundiyê bi salan e têkoşînê didim'
 
Ferîde Kit jî got ku jin bedelên giran didin û wiha berdewam kir, " Ez bi xwe jî bi salan e li dijî tundiyê li qadan têkoşînê didim. Ji niha û pê de jî ez ê têkoşîna xwe bidomînim. 5 hezar sal  e ku mêr serwer e. Me jî ji ber tundiya ku mêrê serwer li me dike bedelên giran dan. Divê li dijî tundiyê em li qadan bin.  Îro jî mêrê serwer tundiya xwe li ser jinê didomîne. Em li Dêrsimê tudiyeke zêde dibînin. Ez ê li dijî vê tundiyê li qadan bim û xebatan bidomînin. Divê hem jin xwedî li 25 Mijdarê derkevin."
 
'Em ne azad in'
 
Îlknur Dogan jî got ku li hemû qadan jin tundiyê dibînin û got ku ji ber vê 25'ê Mijdarê ji bo jinan gelek girîng e. Îlknûrê got ku ew bang li hemû jinan dikin ku di 25'ê Mijdarê de li qadan bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir, " Ev çend sal e ku ez tevli çalakiyên 25'ê Mijdarê dibim. Herkes wekî ku em azadin me dibîne.  Lê em ne azad in .Azadiya me tenê bi kincên em li xwe dikin û bi serê me yê vekirî tê pênasekirin.  Jin ji ber ku ku ji bav, bira û hevjînê xwe ditirsin nikarin bên çalakiyan .Ez ne dibaweriya ku jinên Dêrsimê azadin de me.  Hayê jinan ji nasnameya wan tune ye.  Divê bêhtir têkoşîn bê dayîn. Saziyên ku piştevaniya jinê dikin jî ne zêde ne.  Kêm dimînin. Divê sazî bên bihzkirin û bêhtir têkoşîn bê dayîn."
 
'Divê em bi rojekê sînordar nemînin'
 
Evrîm Dag jî got ku divê têkoşîna li dijî tundiyê bi rojekê sînordar neyê hiştin û ev tişt got, "Tenê ne 25'ê Mijdarê divê em her daîm li qadan bin. Ger ku em bi rojekê sînordar bikin têrê nake.  Ger ku em bi rojekê sînordar bikin piştî 25'ê Mijdarê dema em vegerin malê wê dîsa tundî li me bêkirin.  Em dixwazin ku tundî bi dawî bibe. Hin jin bi wêrekî têkoşînê didin. Lê hinek jî ji ber ku  ditirsin bêdeng dimînin. Ezê di 25'ê Mijdarê de li qadan bim .Bila hemû jin bi wêrekî li qadan bin."