'Zîhniyeta mêr qebûl nake ku jinên zane derkevin pêşberî wan'

  • 09:09 13 Mijdar 2020
  • Rojane
Ferîda Zade
 
ŞEHBA  - Ji Rêveberiya Komîteya Edaleta Civakî ya Mala Jinê ya Şehbayê Semîra Mistafa têkildarî dozên jinan û rêbazên çareseriya wê nirxandin kir. Semîrayê wiha got:"Banga min ji tevahî jinan re heye ku berê xwe bidin mala jinê û bi jinên li wê derê re pirsgirêkên xwe parve bikin. Ji bo çareseriyên mayinde jin hêza jinê ye."
 
Li Rojhilata Navîn û di dema Rêjîma BAAS’ê de jiyan li bajar û gundan ji hev cuda bû. Her wiha adet û kevnşopiyên paşverû li gundan zêde dihat dîtin. Ji ber xemsariya sîstemên dewletan, rê li pêşiya gelek dozên jiyanî vebû. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avabûna Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû riya çareseriyê ya pirsgirêk û dozên gel û bi taybet a jinê. Têkildarî mijara dozên jinê û rêbazên çareseriya wê, ji Rêveberiya Komîteya Edaleta Civakî ya Mala Jinê ya Şehbayê, Semîra Mistefa nirxandin kir.
 
'Piştî şoreşê jinê xwe bi rêxistin kir'
 
Semîrayê bal kişand ser rewşa jinê ya beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li gundewarên Sûriyeyê ji ber xemsariya Rêjîma BAAS’ê gelê herêmê bi zîhniyeteke paşverû dijiyan û zêdetir bandora vê zihniyetê li ser jinan bû. Jin di çargoşeya malê de sînordar hiştin û desthilatdariya xwe li ser wê didan ferizkirin. Jinên ku li bajaran dijiyan rewşa wan ji rewşa jinên li gundan ne baştir bû. Bi geşedana Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re guhertinên bingehîn di nava jinan de derketin pêş û êdî jin bi xwe bi pirsgirêkên xwe mijûl dibin û xwe bi rêxistin dikin."
 
'Li Şehbayê her kes bi çanda xwe dijî'
 
Di nava gotinên xwe de Semîrayê li ser rizgarkirina Kantona Şehbayê ya di 2016'an de û vekirina mala jinê ya li Şehbayê axivî û wiha pê de çû: "Piştî rizgakirina Kantona Şehbayê gelek guhertin derketin pêş. Ev guhertin ji rastiya Şehbayê ya berê cuda bû. Loma zehmet bû ku gelê Şehbayê vê sîstema nûjen qebûl bikin. Ji ber her di mêjiyê wan de bû ku her sîstemeke ku tê avakirin li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Bi sîstema Rêbeveriya Xweser re êdî rengekî nû xwe da jinan, gel û her kes bi çanda xwe dijîn. Jin ji adet û kevneşopiya civakê rizgar bûn û niha jî di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digirin."
 
'Zîhniyeta mêr qebûl nake ku jinên zane derkevin pêşberî wan'
 
Semîrayê bal kişand ser avabûna Mala Jinê ku bi vê yekê danasîna jinan a cewherê wan hat pêşxistin û wiha dom kir: "Perwerde gaveke girîng  e ji bo ku jin kesayet, hebûna xwe di jiyanê de nas bike û bi mafê xwe yê ku jê hatibû standin tev bigere. Beşdariya jinên ereb a perwerdeyan û firekirina asta zanebûna wan bû sedema ku ew jin bibin sembol ji jinên din yên civakê re. Ji bo pêşxistina jinên ereb civîn dihatin çêkirin, ev civîn ji aliyê mirên ereb dihatin redkirin, ji ber qebûl nedikirin ku jinên zane li pêşberî wan derbikevin. Her zîhniyeta mêr li pêşiya jinan dibe asteng. Li bi israra jinên şoreşê em dikarîbû bibin bersiv ji vê zihniyete re û azadiya jinan bi wan bidin fêmkirin."
 
'Jinan dikarîbûn zagonên xwe biparêzin '
 
Di berdewamiya gotinên xwe de Semîrayê zagonên ku mafê jinê diparêzin bi bîr xist û wiha got: "Tiştê ku herî zêde diket xizmeta jinên di civaka ereb de zagonên ku piştgiriya mafê jinê dikin. Gelek doz derbasî Mala Jinê dibin. Hinek jê zewaca bi temenê biçûk , pirzewac û gelek dozên civakî yên girêdayî mîrasê jinê ye. Gaveke pir pîroz bû ku jinan dikarîbû zagonên xwe biparêzin û ser vî esasî guhertinên bingihîn çêbikin. Pêwist e di her alî de jin piştgiriya jinê bike. "  
 
'ji bo çareseriyên mayinde jin hêza jin e'
 
Semîrayê behsa tecrubeya xwe ya li hember zîhniyeta civakê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Weke jinekê ez jî  derveyî sînorê malê min tiştek nedizanî. Lê bi tevlîbûna min a xebatên Rêveberiya Xweser  re, min jineke bi hêz û îrade di dilê xwe de ava kir. Projeya Netewa Demokratîk riya çareseriya dozên jinan bû. Niha jî xwestekên me ji bo xurtkirina rêxistbûyinê pir in. Em dixwazin bi riya perwerdeyan bibin pêşengên hemû qadên jiyanê. Banga min ji tevahî jinên ereb re heye ku berê xwe bidin Mala Jinê û bi jinên li wê derê re pirsgirêkên xwe parve bikin, ji bo çareseriyên mayinde jin hêza jinê ye."