‘Li şûna çekê û şer pêdiviya kurdan bi diyalogê heye’

  • 09:05 13 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Nîqaşen li ser yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd didomin. Jinên Amedê ku derbarê yekitiya neteweyî de nêrînên xwe anîn ziman, destnîşan kirin ku divê li şûna çek bên bikaranîn û şer divê yekitiya neteweyî esas bê girtin. 
 
Nîqaşen li ser yekitiya neteweyî a Gelê Kurd didomin. Niqaşên demên dawîn ên di nav kurdan de tên kirin dibin sedema rageşiyê. Li dijî van niqaşan nerazîbûn  her ku diçe zêdetir dibin û ji bo ku di nav kurdan de şer pêk neyê li gelek deverên Kurdistanê çalakî û meş tên lidarxistin. Jinên Amedê jî bertekên xwe yên li ser van niqaşên ku di demên dawîn de tên kirin nîşandan.
 
‘Heke bibin yek dê bibin hêz’
 
Hediye Aldemîr diyar kir ku şerê navxweyî dê parçebûna kurdan kûrtir bike û got: “Em kurd li her dere parçe parçe ne û welatê me parçe kirin. Heke ku kurd bibin yek dê bibin hêz. Bila guh nedin hêzên ku wan li hev sero dikin û bi hev re şer nekin. Şerê navxweyî tu fêdeyê nade Gelê Kurd.”
 
‘Gelê kurd serî natewîne’
 
Bîrgul Înce jî got Gelê Kurd bi yekitya xwe dikare êrîşên li hemberî xwe vala derxîne û ev tişt anî ziman: “ Kurd ji xwe bindestin. Em bi kude biçin rê li ber me tê girtin.  Jixwe dewletên dagirker  ji bo ku kurd parçe parçe bibin her cûreyên êrîşan pêk tînin.  Her wiha ji ber zextên ku tên kirin mixabin îro Gelê Kurd li ser rewşa xwe jî nikare biaxive. Kî çi bibêje digirin û dikin girtîgehan. Lê em dîsa jî serî natewînin. Divê em bi hev re yek bin ji bo ku em bibin hêz. Bi yekitiyê em dikarin azad bibin.”
 
‘Li şûna bikaranîna çekan û şer diyalog divê’
 
Leyla Karakaş jî anî ziman ku divê kurd li şûna bikaranîna çekê û şer bi dîyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin û wiha got: “  Li ser me bi salan e êrîşek topyekûn heye. Tevî van yekan ji bo ku em mafên xwe bidest bixin em têdikoşin. Lê niha jî bi destê dewletan kurd li hev tên sorkirin û tê xwestin ku kurd hev bikujin. Divê êdî di nav kurdan de hevkujî pêk neyê. Divê kurd neyên lîstîkên dewletan û xwedî li hev derkevin.“
 
‘Em naxwazin xwîn birijê’
 
Nurcan Karakaş jî bang kir ku êdî naxwazin xwîn birije û got: “Divê kurd bi yekitiyê van listîkan vala derxînin. Divê em werin gel hev û bi hev re bibin hêzek mezin. Em şerê navxweyî naxwazin, tenê daxwaza me aştî ye. Heke em aştiyê pêk bînin em ê van êrîşan jî têk bibin.”
 
‘Em aştiyê dixwazin’
 
Meral Soken jî anî ziman ku divê di bin siya aştiyê de kurd yekitiya xwe ava bikin û wiha axivî: “Ez naxwazim tu kes bê qetîl kirin û bê kuştin. Ez ji bo kurdan yekitiyê û aştiyê dixwazim. Divê kes di bin navê aştiyê de bên gel hev û yekitiya xwe ava bikin.”