ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:01 13 Mijdar 2020
  • Rojev
*Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Cîhan Xelîl, têkildarî pergala hevserokatiyê û êrîşên ku li ser pergala jinê tên kirin nirxandin kir. Cîhanê wiha got: "Ji bo pêşerojeke azad hebûna jinê û sîstemeke demokratîk pir girîng e. Têkoşîna jinê dikarîbû bi herikîna rihê azadiyê re pergala hevserokatiyê bide avakirin. Pergala hevserokatiyê bersiva li dijî hemû sîstemên desthilatdar e." DÎMEN HEYE
 
* Ji Rêveberiya Komîteya Edaleta Civakî ya Mala Jinê ya Şehbayê Semîra Mistafa têkildarî dozên jinan û rêbazên çareseriya wê nirxandin kir. Semîrayê wiha got:"Banga min ji tevahî jinan re heye ku berê xwe bidin mala jinê û bi jinên li wê derê re pirsgirêkên xwe parve bikin. Ji bo çareseriyên mayinde jin hêza jinê ye." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê, Zelox Bekir di derbarê daxwaza ENKS'ê ya rakirina sîstema hevserokatiyê de wiha got: "Em ê daxwaza ENKS'ê ya li dijî pergala hevserokatiyê qebûl nekin. Em ê xwedî li encamên şoreşa xwe derbikevin û rê li pêşiya dewletên hegemonîk û bi taybet li pêşiya dewleta tirk venekin ku hebûna me ji holê rabikin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên bajarê Qamişloyê têkildarî belavbûna Vîrûsa Koronayê  û rêbazên xweparastinê yên ji nexweşiyê wiha gotin: "Vîrûsa Koronayê bi awayekî zêde li hemû bajaran belav bûye, lê heta niha gelek kes parastina xwe ji vîrûsê nakin û dibêjin ku tenê şewb e.  Pêwist e em parastina xwe û malbata xwe bikin." DÎMEN HEYE
 
*Nîqaşen li ser yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd didomin. Jinên Amedê ku derbarê yekitiya neteweyî de nêrînên xwe anîn ziman, destnîşan kirin ku divê li şûna çek bên bikaranîn û şer divê yekitiya neteweyî esas bê girtin. DÎMEN HEYE
 
* Ji beşa Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Rêveberiya Xweser, Gulîstan Ibrahîm li ser salvegera şewata Sînemaya Amûdê da zanîn ku şewat bi awayekî sîstematîk pêk hat û  got."Bûyera ku li sînemeya Amûdê pêk hat, bûyereke bi pilan bû. Tu kes nikare kurdan dûrî ziman û netewperweriya wan bixe." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Dêrsimî banga tevlibûna çalakiyên 25'ê Midarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li jinan kirin. DÎMEN HEYE
 
*"...Her zindiyek xwedî parastin e û ev ji bo wan di asta rêgezê de ye.  Tu zindiyên ku xwe neparêzin tune ne." NÎQAŞÊN JÎNEOLOJIYÊ
 
*Riham Hisen û Sara Şengalî di Şandeya Jinan a Êzidiyan a Bexdayê de cih girtin û bi giştî li Bexdayê tevlî 9 hevdîtinan bûn. Riham û Sara, diyar kirin ku êdî jin temsîliya civaka xwe dikin û gotin: “Me daxwazên civaka êzidî û dayikên êzidî di hevdîtinan de anîn ziman. Em hewl didin ku êdî xweseriya Şengalê bê nasîn.”BI DÎMEN