Dayika Aştiyê Meles Tekîn jiyana xwe ji dest da

  • 08:55 13 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meles Tekîn (Dayika Melo) di encama xwînariya mêjî de jiyana xwe ji dest da.
 
Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê (Dayika Melo) a ku li navçeya Dêrikê dijî beriya niha demekî xwînariya mejî derbaz kir. Dayika Aştiyê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Melîs li gundê Buxur a girêdayî navçeya Dêrikê ye, bi merasîmê re hate sipartina axê.
 
Rexmê nexweşiya xwe 18 mehan girtî ma
 
Dayika Meles bi sedema ku cezayê wê yê ku hatiye erê kirin ê bi qasî 4 sal û 3 mehan hebû di meha Nîsana sala 2018’an de hate girtin. Meles piştî ku demeke dirêj di girtîgeha tîpa E ya sergirtî ya Mêrdînê de ma sirgunê girtîgeha tîpa T ya Xarpêtiyê kirin. Meles di wê pêvajoyê de gelek caran diyar kir ku nexweşiyên wê yên giran hene, lê Saziya Adlî ya Bijîşkan her carî rapora ku “Dikare di girtîgehê de bimîne” danê û daxwaza Meles ne hat erê kirin. Ji ber vê sedemê ji Meles 18 mehan hate girtin. Bi derxistina paketa Darazê ya dawî re ew di 25’ê Cotmeha 2019’an de hate berdan.