Li Cizîrê 7 kes serbest hatin berdan

  • 15:54 12 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê berî bi 4 rojan bi ser malan de hatibû girtin û 12 kes hatibûn binçavkirin ji kesên hatin binçavkirin 5 kes berî bi du rojan hatin berdan û 7 kesên mayî jî piştî ku îro sewkî dozgeriyê hatin kirin hatin berdan. 
  
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, berî bi 4 rojan di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ku hat destpêkirin de bi ser malan de hat girtin. Di encama serdegirtinên hatin kirin de Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 12 kes hatibûn binçavkirin.
 
Her wiha îfadeyên  Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç û Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Berîvan Kutlu, Cihan Olmez, Mesut Nart, Mustafa Dal, Alî Taniş û Mesut Ûçkaç jî duh li emniyetê hatin girtin. 7 kesên ku karê wan li emniyetê qediya sewkî dozgeriyê hatin kirin. Pistî îfadeyên wan giritn 7 kesan li dozgeriyê serbest hatin berdan.  
 
Ji 7 kesên serbest hatin berdan Bêrîvan Kutlu bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyê welat serbest hat berdan û Guler Tunç jî biryara girtinê da û sewqê dadgehê kir. Piştî dadgehê îfadeya Guler hat girtin û bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.