Daxwazên girtiyan bi cih anîn grev bi dawî bû

  • 12:57 12 Mijdar 2020
  • Rojane
WAN - Greva birçîbûnê ku girtiyan li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê dabû destpêkirin piştî 60 rojî ku daxwazên wan hatin qebûlkirin bi dawî bû. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê li dijî zext û binpêkirina mafan a li girtîgehan di 14'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Piştî ku hin daxwazên girtiyan hatin bicihanîn girtiyan çalakiya xwe ya 60 roj bû berdewam dikin bi dawî kirin.