Rêzeçalakiyên Kongreya Star ên 25'ê mijdarê didomin

  • 12:03 12 Mijdar 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê di rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de semînerek li dar xist. Jinên ku beşdarî semînerê bûne axivîn û wiha gotin: "Îro jinê li hember tundiyê serî hilda û têkoşînê dike, heya ku jinek rastî tundiyê were em tu caran ranawestin."
 
Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê di rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de semîneran dide. Dê semîner li hemû navçe û gundewarên Şehbayê were dayîn. Semînerên ku tên dayîn ji aliyê Rêveberiyên Kongreya Star ve tên dayîn. Jinên ku beşdarî semînerê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Heya ku jinek rastî tundiyê were em tu caran ranawestin'
 
Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa naçveya Ehdasê ya Şehbayê Sewsen Xelîl ku beşdarê semînerê bûye wiha got: "Di xwezaya jinê de rihê komînal û afrînerî heye. Her wiha jin civakê komê ser hev du dike û li hember hemû tundiyê disekine. Mêr ev yek li ser xwe qebûl nekir, loma zihniyeta baviksalarî li ser esasê kolekirina jinê pêş xist. Bi pêşketina zihniyeta desthilatdarî tundiya li ser jinê zêde bû. Gelek cureyên tundiyê li ser jinê tên meşandin.  Îro jinê li hember tundiyê serî hilda û têkoşînê dike. Heya ku jinek rastî tundiyê were em tu caran ranawestin."
 
'Ji bo guhertin û veguhartina zihniyeta mêr têdikoşin'
 
Endama Meclîsa navçeya Ehrez a Şehbayê Pelda Şêxo tundiya li ser jinê şermezar kir û got: "Jin bi hezaran salan ji aliyê zihniyeta desthilatdar ve rastî koletiyê hatiye. Bi derketina fikir û felsefeya Rêber Apo jin ji koletî, bindestî û tundiyê xelas bû. Niha jin hêza xwe ji nû ve ava dike û hebûna xwe mayinde dike. Em ê bi perwerdekirina mêran gunertin û veguhertinê di zihniyeta wan de çêbikin û pêşiya tundiyê bigirin."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê semîner heta 15'ê mijdarê bidome.