Li Cizîrê 7 kesên di binçavan de sewkî dozgeriyê kirin
- 11:28 12 Mijdar 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê berî bi 4 rojan bi ser malan de hatibû girtin û 12 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin 5 kes berî bi du rojan hatin berdan. 7 kesên din ên di binçavan de man jî îro ji bo îfadeya wan bê girtin sewkî dozgeriyê kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, berî bi 4 rojan di çarçoveya operasyona Serdozgeriya KOmarê ya Şirnexê ku hat destpêkirin de bi ser malan de hat girtin. Di encama serdegirtinên hatin kirin de Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 12 endam û rêvebirên HDP'ê hatibûn binçavkirin.
Ji kesên hatin binçavkirin 5 jê berî bi du roj piştî îfadeya wan li emniyetê hat girtin serbest hatin berdan.
Sewkî dozgeriyê hatin kirin
Her wiha îfadeya Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç û Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Berîvan Kutlu, Cihan Olmez, Mesut Nart, Mustafa Dal, Alî Taniş û Mesut Ûçkaç jî duh li emniyetê hatin girtin. 7 kesên ku karê wan li emniyetê qediya sewkî dozgeriyê hatin kirin.