Agahî ji Zeyneb Celaliyan hat girtin: Îşkence lê hat kirin

  • 09:30 12 Mijdar 2020
  • Rojane
Nîşmîye Guler
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku  girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan a ji aliyê rejîma Îranê ve ji Girtîgeha Kirmanşahê hat derxistin, niha li girtîgeheke bajarê Yezdê ye.  Zeinab Bayazidi ya ku piştigiriyê dide Kampanyaya “Freedom For Zeynab Jalalian”  (Ji bo Zeyneb Celaliyan azadî) da zanîn ku pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê yên Zeyneb Celaliyan hene û îşkence lê hatiye kirin. 
 
Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan ji 2007'an heta niha li Îranê di girtîgehê de tê girtin. Zeyneba ku heta niha sirgunî gelek girtîgehan hat kirin herî dawî ji aliyê hêzên Rejîma Îranê ve ji Girtîgeha Kirmanşanê hat derxistin û niha li girtîgeheke bajarê Yezdê ye. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, dabû zanîn ku ji zû ve ye tu agahî derbarê Zeynebê de nehatibû dayin. 
 
Ji 11'ê Hezîranê vir ve kampanya hat destpêkirin
 
Aktivîsta Kurd Zeinab Bayazidi, ya ku Kampanyaya “Freedom For Zeynab Jalalian”  (Ji bo Zeyneb Celaliyan azadî) dewam dike têkildarî rewşa Zeynebê de agahî da ajansa me. 
 
Zeinebê da zanîn ku aktivîstên ji Rojhilatê Kurdistanê di 11'ê Hezîrana 2020'î de li Ewropayê hatine gel hevdu û li ser medyaya civakî kampanya dane destpêkirin û gelek îmze dane hevdu û wiha got:"Em îmzeyên hatin komkurin ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re şand. Lê me hîn tu bersiv negirtine. Me di çarçoveya kampanyayê de heta îro ji gelek sazî û parlamenteran piştgirî girtiye. Zeynebê di pêvajoya girtina xwe ya 13 salan de tim bi pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê rû bi rû ma. 13 salan îşkence lê hat kirin. Loma gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene. Lê heta niha tu tedawiya wê nehatiye kirin. Demeke dirêj malbata wê jê nikaribû agahî bigirta. Li hucreya yekkesî de hat girtin. Vê yekê jî bandoreke neyînî li ser wê kir. "
 
'Demek dirêj agahî ji Zeynebê nehat girtin'
 
Zeinebê têkildarî pêvajoya Vîrusa Koronayê û surgunkirina Zeynebê wiha got:"Li girtîgehên Îranê di demên dawiyê Vîrusa Koronayê gelekî zêde bû. Zeynebê jî di bin bandora vê yekê de ma. Di 21'ê Gulanê de ji Girtîgeha Xoyê surgunî Girtîgeha Qerçekê ya Weramînê hat kirin. Demekê agahî jê nehat girtin. Hat hînbûn ku li wir bi Vîrusa Koronayê ketiye. Girtîgeha Qeçekê ji bo girtiyên siyasî cihekî pir xirab e. Zeynebê ji bo şerdên zor şermezar bike di 21'ê Hezîranê de dest bi greva birçîbûnê kir. Di 27'ê Hezîranê de jî sirgunî Girtîgeha Kirmanê hat kirin. Herî dawî ew birin Kirmanşahê. Demek dirêj agahî jê nehat girtin. Herî dawî birin girtîgeheke li Bajarê Yezdê."
 
'Bi awayekî sîstematîk dihêlin girtî jiyana xwe ji dest bidin'
 
Zeinebê bi lêv kir ku dema Zeynebê li Girtîgeha Kirman bû demekê dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha pê de çû:"Girtîgeha ew lê bû pir dûr bû. Nikaribû malbata xwe bibîne. Tenê carekê fersenda wê çêbû ku têkildarî tenduristiya xwe agahiyê bide malbata xwe. Têkiliya wê ya bi derve re dihat astengkirin. Loma têkildarî tenduristiya wê de agahî jê nedihat girtin. Em dikarin vê bibêjin ku Zeynebê di nava 13 salên girtî de bi gelek binpêkirin mafan rû bi rû hat hiştin. Bi taybet di girtîgehên Îranê de bi awayekî cuda nêzî jinan dibin. Bi tu awayî tedawiya girtiyan nayê kirin. Dema jin bin û bi taybet jinên serhildêr bin bêtir tundiyê li wan dikin. Dixwazin girtî bi rêya nexweşiyê jiyana xwe ji dest bidin. Loma dibêjin 'me ew nekuştin ew bi nexweşiyê mirin' û xwe bi vî hawî diparêzin. Vê yekê jî bi awayekî sîstematîk dikin."
 
'Zeynebê bi awayekî kelepçekirî li erdê kaş kirine'
 
Zeinebê da zanîn ku piştî koronayê kezeba Zeynebê tade dîtiye û bi rehetî hilmê nagire û wiha got:"Çavê wê yê rastê kul bûye. Jixwe Zeynebê li Girtîgeha Kirmanşahê îşkence dît. Zeynebê bi awayekî kelepçekirî li erdê kaş kirine. Kelepçe kirine nigên wê jî. Loma laşê wê mor bûye."
  
'Em ê bêdeng nemînin'
 
Zeinebê da zanîn ku ew ê kampanyaya wan bidome û wiha got:"Em ê ji bo Zeynebê bêdeng nemînin. Ji bo hemû girtiyên siyasî em ê bêdeng nemînin. Rewşa Zeynebê ya tenduristiyê gelekî xirab e. Tenê girtiya siyasî ya jin e ku cezayê muebbetê girtiye. Berê cezayê îdamê lê hatibû birîn lê belê ji ber raya giştî ev ceza veguherî cezayê muebbetê. Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî jî xwestin ku Rejîma Îranê Zeyneb Celaliyan serbest berde. Zeynebê bi nexweşiyên giran e. Lê belê Rejîma Îranê tu bersivê nade vê yekê."