TJA dest bi amadekariyên çalakiyan dike

  • 09:25 12 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê dest bi amadekariyên çalakiyan dike. Çalakvana TJA’yê Maqbûle Okmen got em ê ji her carî bi hêztir li qadan bin.
 
Çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê dest bi amadekariyên çalakiyan dikin. Wê ji bo her jineke ku hatiye qetilkirin bafirokek were firandin û wê meşek girseyî were lidarxistin. Çalakvana TJA’yê Maqbûle Okmen bal kişand li ser bernameyên ku amade kirine û wiha got: “Li hemberî tundiyê, îsal em ê bi hêzek mezintir li qadan bin. Em hêvî dikin ku wê bandora xebatên me yên kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’  mezin be.”
 
‘Li tijî tundiyê xebatên me wê berdewam bikin’
 
Meqbûle Okmen di serî de  behsa kampanayaya 'em xwe diparêzin' kir û wiha got: “Tevgera Jinên Azad di 15’ê Îlonê de kampanyaya bi navê “Em xwe diparêzin” dabû destpêkirin. Tê zanîn di demên dawî de bûyerên îstismar, tundî, hişbir li herêma me zêde dibin û armanca me jî ew e ku em di van derbaran de gelê xwe agahdar bikin. Ka êrişek çawa li dijî jinan, ciwanan û xwezaya me tê meşandin em radigihînin û li hemberî vê em ê çawa xwe biparêzin em agahdar dikin. Ango di çarçoveya kampanyayê de me xebatên berfireh da meşandin. Li hemû bajar, navçe û kuçeyan me xwe gihand jinan. Bi taybet li Mêrdînê 2 mehên me diqedin ku em mal bi mal geriyan. Di van xebatan de gelek caran me bi hev re hevdîtin kir. Me li pirsgirêkên wan guhdar kir û me bi wan re nîqaş jî kir. Ev xebatên me hîna jî berdewam dikin.”
 
‘Ji bo her jinek hat qetilkirn wê nepoxekê bifirînin’
 
Meqbûle di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo roja 25'ê Mijdarê û wiha got: “Di  25’ê Mijdarê de di heman çarçoveyê de em ê li gel jinan bin û wan agahdar bikin. Ji derveyî wê em ê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Ji bo her jinek ku ji aliyê mêr ve hatiye qetilkirin em ê  pifdankek ku wêneyê wan li sere hatiye çêkirin bifirînin. Em ê li gundan jî xebatên xwe bidin berdewamkirin û herî dawî jî em ê meşeke girseyî li dar bixin. Weke jinên Mêrdînê em ê li hemberî tundiyê li qadan bin. Em ê sekna xwe, bersiva xwe bi meşa em li dar dixin û bi xebatên xwe re bidin nîşankirin.”
 
‘Em  ê tim li qadan bin’
 
Meqbûle herî dawî bal kişand ser tundiya ku zêde bûye û wiha bertek nîşan da: “Her ku diçe qetlîam, tundî, destdirêjî, tecawiz û buyerên bi vî rengî zêde dibin. Malbatên ku di vê pêvajoyê de me xwe gihandinê bêje hemûyan jî heman tişt anîn ziman. Ji ber qewimîna bûyerên îstismarê ew êdî nikarin derbikevin derve. Meqbûle dibêje armanc hepskirina jinan e û bi van rêbazan jî digihêjin armanca xwe. Malbat ji bo zarokên wan dernekevin, bi taybet ji bo keçên wan dernekevin gefan dikin. Vê carê tundî dest pê dike û aramiya di nava malbatê de jî xera dibe. Lê em weke jinên TJA’yê em li dijî van polîtkayan serî hilbidin û destûrê nedin wan. Li hemberî hemû cure tundiyê em ê tim li qadan bin.”