Aygul Doku:Kesên em li ser vê pirê qefaltin divê hesap bidin

  • 09:18 12 Mijdar 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Xuşka Gulîstan Doku ya li Dêrsimê bi awayê gûman hat windakirin Aygul Doku, got, "Gelo ava Munzurê Gulîstanê daqultand?  Em 309 roj e li ser vê pirê bi awayekî neçar li bendê ne. Kesên ku 309 roj e li ser vê pirê em qefaltine divê hesap bidin."
 
Malbata Gulîstan Doku ya li Dêrsimê zanîngeh dixwend û ji 5'ê Çileyê de bi awayekî bi gûman winda ye309 roj e ji bo dîtina wê têkoşînê dide.  Rayedaran îda kiribûn ku Gulîstan a li Zanîngeha Munzurê li Beşa Pêşketina Zarokan dixwend xwe ji Pira Dînarê avêtiye û întîhar kiriye.  Ji ber van îdayan ev 309 roj e ku li Gola Bendava Uzunçayirê û li herêma viyaduka Sari Saltuk di binê avê de lêgerîn tê kirin. Herçend ku malbata wê ji îdayên întîharê bawer nake jî bi piranî diçe ser Pira Dînarê û li hêviya ku ji Gulîstanê agahiyekê bigire dimîne. 
 
'Gelo Munzurê Gulîstanê daqutand?'
 
 Xuşka Gulîstanê Aygul Doku diyar kir ku wan heta roja îro tu agahiyek derbarê Gulîstanê de negirtine û wiha got, "Hewa dicemide, ba radibe û baran dibare. Çile hat. Wekxtî dîsa bibe 5'ê Çileyê .Lê tu agahî ji Gulistanê tune ye. Li ava munzurê binêrin ger ku ez xwe bi avêjimê gelo dikare min heta kîderê bibe.  Nikare min bibe tu derê .Piştî Gulîstanê 6 kesên ku ketin vê avê û derneketin her şeş jî cenazeyê wan hatin derxistin. Gelo vê ava Munzurê Gulîstanê daqultand?  Çima hîna cenazeyê wê nehatiye dîtin. 309 roj e ku em li ser vê pirê bi awayekî neçar li benda agahiyekê ne."
 
'Ez bawer nakim ku xuşka min întîhar kiribe'
 
Aygulê gotina waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Soner ku got, "Keça we di Munzurê deye. Keça we întîhar kiriye. Bi me bawer bin ez ê cenazeyê keça we bidim we" bi bîr xist û wiha berdewam kir, "Min tucarî bawer nekir ku xuşka min întîhar bike .Lê dema ku walî Tuncay wiha axivî min got dibe ku tiştekî zane heye û min bawer kir. Ez niha ji walî Tuncay dipirsim cenazeyê Gulistanê li ku ye? Walî niha li Orduyê hatiye peywirdarkirin. Murê karên civakî yê bajêr Ozdemîr Aktaş jî dihat cem me û digot 'ez eleqedar dibim' . Ew jî di demeke nêz de wê mala xwe bar bike û biçe Enqerê.  Herkes hêdî hêdî ji vir diçe. Piştî ku herkes çû cihekî gelo wê malbata Gulistanê keça xwe ji bîr bike?  Li bendavê ji sedî 50'yê wê lêgerîn hat kirin.  Piştî ku ji sedî sed lêgerîn bê kirin wê raporan amade bikin û bibêjin ku ne di golê de ye. Ji xwe raporên xwe ji zû de amade kirine.  Em ê jî wê demê biprsin  'we negot keça we di gola bendavê ya Munzurê de ye'.  Gelo wê demê wê çi bersivê bidin me .Em ji muhatabên bûyerê li benda bersivekê ne. Ji serî de me bawer nekir ku Gulistanê di ava bendavê de ye."
 
'Çi bi Gulîstanê hat li holê ye
 
Aygulê diyar kir ku tu kes bahsa şeva bûyer pêk hat nake û ev tişt got, "Polîsekî ku 15 salan li maseya cînayetê dixebite çima demildest piştî windabûna Gulistanê reviya .Çima li gel ku kesê bi Gulistanê re têkilî danî zirlawê wî bû jî di îfadeya xwe de derew kir.  Ev pirsên me hemû bê bersîv in û heta ku keça me bê dîtin jî em ê van pirsan bikin. Herkes wekî me difikire û heman tiştî dibêjin .Wê rayedar kengî pirsgirêkê çareser bikin nizanim. Em dizanin ku dema bixwazin dikarin bibînin. Li bajerekî wiha biçûk nedîtina jineke ciwan cihê şermê ye."
 
 'Kesên em li ser vê pirê qefaltine divê hesap bidin'
 
Aygulê anî ziman ku dibe kesa winda jineke dinbûya  û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ez dixwazim ku xwedî li Gulistanê bê derketin. Ger ku îro Gulistnê neyê ditîn wê çima malbata zarokên xwe bişînin Zanîngeha Munzurê yan jî zanîngeheke din? Wicdanê edalet û hiqûqê yê ku digrî ye.  Ger ku li welatekî edalet û hiqûq nebe wê tu tişt nebe. Ger ku Gulistanê neyê dîtin wê çawa baweriya min bi edalet û hiqûqê bê.  Tu heqê wan ku vê yekê bi me bikin tune ye. Dîtina Gulistan Doku erka Walî, dozger û emniyeta vî bajarî ye.  Ez dixwazim kesên ku 309 roj  e em li ser vê bendavê qefaltine hesap bidin."