'Em dikarin bi yekîtiyê pêşiya aloziyê bigirin'

  • 09:16 12 Mijdar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Malbatên têkoşerên azadiyê û Dayikên Gerîla têkildarî êrişên li ser Başûr dan zanîn ku divê şerekî navxweyî dernekeve û wiha gotin:"Pêwîst e ku dîrok xwe dubare neke û şerê birakujiyê çênebe. Dizanin Gelê Kurd serî natewînin û gelekî berxwedêr e, lewra dixwazin Kurdan bi destên Kurdan qir bikin. Bila êdî kurmê darê ne ji darê be û em şerê birakujiyê dest pê neke. Em dikarin bi yekîtiyê pêşiya aloziyê bigirin."
 
Li dijî êriş û aloziya li Başûrê Kurdistanê malbatên têkoşerên azadiyê fikarên xwe anîn ziman û bal kişandin ser yekîtiya di navbera Gelê Kurd de. Malbatên têkoşerên azadiyê wiha gotin:"Dema ku kurdek kurdekî din qetil dike dewleta tirk û hevkarên wê kêfxweş dibin. Em dilê neyaran li xwe xweş nekin û yekîtiya xwe ava bikin."
 
'Pêwîst e şerekî navxweyî dernekeve'
 
Hevjîna Ş.Serhed, Hedla Nemo wiha dest bi axaftina xwe kir: "Xewin û xeyalên me ji berê de ew in ku, em wekî Gelê Kurd yekîtiya xwe li hember planên dijmin ava bikin. Dijminê sereke û yekemîn, dewleta tirk e, ji ber wê heta ji destên wê tê dixwaze bi rê û rêbazên cuda kurdan qir bike. Ji ber wê niha armanca dewleta tirk ew e ku li Başûrê Kurdistanê komkujiyeke mezin di navbera kurdan de çêbike, ev jî nakeve xizmeta Gelê Kurd. Yên ku hiştin îro Kurd werin naskirin û şoreş werin ava kirin şehîd bûn. Pêwîst e em rêzê ji xwîna şehîdên xwe re bigirin û nehêlin şerekî navxweyî derbikeve."
 
'Divê Hikûmeta Başûr nebe hevkarê dijminên Gelê Kurd'
 
Heldayê bal kişand ser kiryarên PDK'ê yên li Başûrê Kurdistanê û wiha dom kir: "Gelo Hikumeta Başûr nedît çawa jinên Êzidî li bazaran hatin firotin? Nedîtin çawa Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin û çi kiryar li wir tên pêkanîn? Pêwîst e êdî Hikûmeta Başûr were ser hişê xwe û di destên dewleta tirk de nebe lîstok  û nebe hevkarê dijminê gelê Kurd. Heger Mesûd Barzanî difikire ku Erdogan pişta wî ye, bila zanibe kê êrîşî Şengalê kir û jinên Êzidî revandin û di bazaran de firotin."
 
'Em dikarin bi yekîtiyê pêşiya aloziyê bigirin'
 
Dayika Gêrîla ya YJA-STAR'ê Semîra Şukrî jî ev anî ziman: "Pêwîst e ku dîrok xwe dubare neke û şerê birakujiyê çênebe. Dizanin Gelê Kurd serî natewînin û gelekî berxwedêr e, lewra dixwazin Kurdan bi destên Kurdan qir bikin. Bila êdî kurmê darê ne ji darê be û em şerê birakujiyê dest pê nekin. Dema ku kurdek kurdekî din qetil dike dewleta tirk û hevkarên wê kêfxweş dibin. Em dilê neyaran li xwe xweş nekin û yekîtiya xwe ava bikin. Em dikarin bi yekîtiyê pêşiya aloziyê bigirin. Pişta me çiyayê me ne. Loma em hêvî dikin ku şerek di navbera gerîla û pêşmergeyan de dernekeve."